
Li herêma Kobanê rêxistina Yekîtiya Star li navenda Ciwanên Şoreşger bi tevlîbûna sedan jinan civîn lidar xist. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endamê Yekîtiya Star Cîhan Ebdullah axivî û komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Cîhan Ebdullah da zanîn ku hêzên cîhanî bi komployê xwestine gelê Kurd bê îrade bikin. Cîhan Ebdulah destnîşan kir ku komploya navnetewî bi îradeya Ocalan û gelê Kurd hatiye pûçkirin û wiha got: “Şoreşa îro li Rojava û îlankirina Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk nîşana herî berbiçav a têkçûna komployê ye.” Cîhan Ebdulah bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya Ocalan asta xebatên xwe xurt bikin.
Li Serêkaniyê jî PYD'ê li navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî bi tevlîbûna dehan kesan civînek lidar xist. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endamê Meclîsa PYD'ê Dr. Ciwan Mistefa axivî û komploya li dijî gelê Kurd ku di kesayeta Ocalan de pêk hatiye şermezar kir. Mistefa da zanîn ku îro gelê Kurd li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê nîşanî her kesî daye ku komploya li dijî Ocalan têk çûye. Mistefa da zanîn ku têkçûna komployê bi îrandeya gelê Kurd û îradeya Ocalan a li dijî hemû komplogeran pêk hatiye.
KOBANÊ/SERÊKANIYÊ