Komîseriya Bilind a Hilbijartinan têkildarî encamên hilbijartinên hevserokatiya komunên li herêmên Bakurê Sûriyê, daxuyaniyek da. Komîseriyê diyar kir ku rêjeya tevlîbûna hilbijartinan ji sedî 70 ye.

Daxuyanî li navenda Meclîsa Rêveber a kantona Cizîrê li navçeya Amûdê bi amadebûna hevserokên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Cizîrê Izedîn Ehmed Ferhan û Rûken Mela Îbrahîm û Hevserokên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Firatê, Şahîn Elî û Zehra Mihemed Bekir û Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediyê Yûsif, hate dayîn.


Tevlîbûn bû % 70

Rûken Mela Îbrahîm û Şahîn Elî daxuyanî da û li gorî wê “Ji bo xurtkirina sîstema Federaliya Demokratîk li Bakurê Sûriyê, hewcedarî bi hilbijartinên azad û zelal ku derfet li pêşiya hemû pêkhateyan peyda bike da ku her kes nûnerên xwe ji bo hevserokatiya komunan û hemû pêkhateyan hilbijêre, hebû.

Komun bingeha avakirina civakeke rêxistinkirî, hevgirtî û bi hêz e. Xebatên hilbijartinan li hersê herêman (Cizîrê, Firat û Efrîn) di 22‘ê Îlona 2017‘an de saet di 08:00‘an de pêk hat, tevlîbûneke mezin ji bo van hilbijartinan hebû, em dikarin bibêjin ku li hin gundan tevlîbûn ji sedî sed pêk hat, bi giştî tevlîbûn ji sedî 70 çêbû.”


Li 2551 komunan 5102 kes

Di daxuyaniyê de agahiyên li ser kitekitên hilbijartinan jî wiha hatin parvekirin: “Li herêma Cizîrê hejmara kesên ku deng dane 437142 e, dengên xwe dan 7 hezar û 687 namzetên 2 hezar û 551 komunan. Di dema dawî de xwesteka welatiyan hebû ku komunên nû bêne avakirin, li ser vê yekê hin komun hatin zêdekirin, di encamê de 5 hezar û 102 kes bi ser ketin.”


Li 849 komunan 1698 kes

Li gorî encaman li herêma Firatê 135611 welatiyan dengê xwe da “3 hezar û 192  namzetên 849 komunan her wiha 772 koçberan jî dengê xwe dan. Di encamê de 1698  namzet bi ser ketin.”


Li 415 komunan 830 kes

Li gorî daxuyaniyê “li herêma Efrînê  155697  welatiyan tevlî hilbijartinan bû û dengê xwe dane hezar û 440  namzetan, hijmara namzetên bi ser ketin 830 e, li vê herêmê koçberan dengê xwe dan, hejmara wan 5 hezar û 395 e.”


Di dema hilbijartinan de ti astengiyan neda der

Komîseriya bilind da zanîn ku ti astengî di dema hilbijartinan de çênebûne û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Wekî komîseriyê, em spasiya kesên ku ji bo serketina hilbijartinan ked dan, dikin, di serî de mamosteyan ku li ser sindoqan û hejmartinê, disekinîn, bi keda wan hilbijartin bi rengekî demokratîk pêk hat, her wiha Hêzên Asayîşê, Hêzên Parastina Civakî ku navendên dengdayînê parastin.”


 QAMIŞLO





Gavên dîrokî tên avêtin 

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb tevlî bernameya taybet a Ronahî TV bû û li ser sîstema federal a demokratîk û girîngiya wê bersiv da pirsên Dîcle Îto.

Xerîb, sîstema federal a li Bakurê Sûrî bi pêş dikeve û bandora wê li ser krîza Sûrî, girîngiya Federasyona Bakurê Sûriyê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê nirxand.

Xerîb diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd û KCK’ê ji bo demokretîzekirina Sûriyê gelek caran bi hikûmeta  Sûrî re nihêrînên xwe parve kirin.

Xerîb got, “Rebêr Apo bi sîstema Federesyona Demokratîk yan jî bi Rêveberiya Demokratîk sîstemeke alternatîf pêşniyaz dike. Îro li Rojava û Bakurê Sûrî sîstema Federasyona Demokratîk bi peş dikeve. Bingehê xwe jî fikir û felsefeya Rêber Apo digire. Em bi hêvî ne ku ev proje ya ku li Bakûrê Sûriyê pêş dikeve ji bo tevahî Kurdistanê û tevahî Sûr bibe mînakek.”


‘Rojava tevî êrîşan xwe bi hêz dike’

Endamê Konseya Serokatiya Giştî a KCK Diyar Xerîb behsa astengiyên li pêşiya Rojava kir û got; “Tecrûbeya rêveberiya xweseriya demokratîk li seran serî 6 salên derbasbûyî de ev bû ku bi ambargoyeke girankirî ya ji aliyê rêjima Sûriyê, Tirkiye û rêveberiya Başûrê Kurdistanê re hevrû bû. Lê belê civaka Rojavayê Kurdistanê rexmî dorpêçan, li hember siyaseta teslîm girtinê berxwedaneke mezin  kir. Her çendîn kêm û kûrtiyên Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê hebûn û wê hebin jî ya gîrîng ew e ku pêşengên Rojava xwe disipêrin gelê xwe.”