Li navçeya Cizîrê ku berxwedaneke mezin nîşan da gel ji perwerdehiyê heta tenduristiyê , ji çandê heta xebatên jinan komunan ava dikin. Li navçeyê ji 140 komunên hatine avakirin yek jî komuna çandê ye û ev wekî ku bingeha înşakirina jiyan nû ye. Navenda Çand û Hunerê Mem û Zîn a ku heta nixa wekî sazî xebatên xwe berdewam dikir niha li ser komunan berfirehtir dike û dê li her dere belav bike.
Ji xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê Sosin Çomlek têkîldarî mijarê agahî da û diyar kir ku bi xebatên çandî re dixwazin xwi bigihînin gel û xebatên wan bi komunan ve bi beşdariya ciwan û zarokan ve didome. Çomlek da zanîn ku ew bi komunên ku hatine avakirin ve di warê psîkolojîr de piştgiriyê jî didin zarokan û ji bo zarokan dê gelek bernameyan pêk bînin.
‘Xwedîlêderketina gel hêzê dide me’
Çomlek da zanîn ku ew ê li dijî polîtîkayên qirêj ê ku dewlet li dijî gele Kurd dimeşîne li Cizîrê bi jiyandina çanda Kurdan bersivê bidin û wiha got: “Em div ê pêvajoyê de bi komunên ku li taxa xwe daye destpêkirin ve xebatên xwe pêş ve bibin. Piştgiriya gel û xwedîlêderketina wan ji bo ku dibe hêvî.”
Çomlek di berdewamê de ev agahî da: “Pansaziyên me yên ku li taxan xebatên muzîk, folklor, ji bo zarokan lîstikên berê û hwd. bernameyên têr û tijî hene. Ji bo jiyandina çanda Kurdan ne tene li navenda çandê em ê li taxan jî kursan vekin. Kursên wekî folklor, şano, amûRên muzîkê em ê vekin.”
DÎHA/ŞIRNEX