Kovara Komunê bi hejmara xwe ya ewil wê 2019´an bigihîje ber destê xwînerên xwe. Kovara teorîk-pratîk a sê mehî Komun, wê di sala nû de derkeve. Wê di hejmara ewil a meha Çile-Sibat-Adar a Komunê de bi ser navên wekî “Di sedsala 21’an de civak û azadî”, “Amîlcar Cabral û mîrateya teorîk” gelek mijar bên nîqaşkirin.

Kovarê di daxuyaniya xwe de got: “Kovara Komun bi hejmara xwe ya ewil dest bi weşanê dike. Hebûna komunê yanî civaka bêçîn, wekî destpêka xwe esas digire; hest û besta xwe jî ji kesê ku ewil kevir avêtiye serdestan digire. Komun, hewl dide sînorên ku bûrjûwaziyê xêz kirine, binpê û parçe bike.”

 

ENQERE