Hemû alav û amûran bi rêk û pêk bikar tînin û diparêzin. Welatiyan anî ziman ku ambargoya dewletê zorê li wan dike ku koçber bibin, lê ew ê ti carî dev ji axa xwe bernedin. 

Li navçeya Cizîr û Sîlopiyayê ev 14 roj in ku ambargoya dewletê û êrîşên tank û topan ên dewletê didomin. Li gel van êrîşên giran û ambargoyê, gelê Cizîr û Sîlopiyayê di nava berxwedanê de ne. Gel di bin tank û topan de li kolan û avahiyên xwe serî li jiyana komunê didin û jiyana hevpar diparêzin. Li navçeyên ku elektrîk, av û telefonên wan hatiye qutkirin, têkiliya wan a bi derve re bi her awayî hatiye qutkirin. Hêzên dewletê bi vê armancê dixwaze gel ji ax û warê xwe koçber bike. Gelê di her warî de di bin ambargoyê de ji bo warê xwe terk neke û koçber nebe, serî li jiyana komun dide. 

Li navçeyên bi her awayî di bin ambargoya dewletê de li her kolanê 4 -5 malbat li xaniyekî ewle hatine cem hev û jiyaneke komun birêve dibin. Li dijî ambargo û êrîşên dewletê têdikoşin. Her tişta xwe bi hev re parve dikin û bi hev re li dijî êrîşan hem xwe diparêzin û hem li ber xwe didin. Di nava piştevaniyekê de ne û pêdiviyên xwe yên rojane parve dikin. Ji pêtina nan heta paqijiyê, hemû pêdiviyên jiyanê bi hev re parve dikin. 

Gel li pişt barîkat û xendekan li dijî êrîşan nobetê digire. Milet bi hev re xwarina xwe çêdike û jiyaneke komun ava dike. Dayik nan dipêjin û li ciwanan belav dikin. Gel deriyê xwe li her kesî vedike û xanî û odeyên xwe bi hev re parve dikin. Li hewş û xaniyên ewle jin û zarok li hev kom dibin, bi stran, govend û berxwedanê piştgiriyê didin ciwanan. 


 ŞIRNEX