Komxebata yekemîn a jinên êlên Ereb ên herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê ya li Keleha Caber a bajarê Tebqayê hat li darxistin. Komxebat di çarçoveya pêngava “Em bûn yek, bi ser ketin em ê li ber xwe bidin ji bo biparêzin” de pêk hat. Di Komxebatê de zêdeyî 1000 jin ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadebûn. Jinan bi navê eşîran li ser girîngiya yekitiya xaka Sûriyê û redkirina destwerdana derve û hemû cûreyên dagirkeriyê kirin. Her wiha bal kişandin ser rola jin di aştî, lihevanîna civakî û berxwedana wan a li dijî çeteyan û hemû gefên ku ewlehiya herêmê û vîna gelan û jinê dikin hedef. Encamnameya komxebatê ji aliyê Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Leyla El-Hesen ve hate xwendin. Leyla got; “Komxebat bi armanca bale bikşîne ser rola jinên di qebîle û eşîran de bi pêvajoya bê de û banga yekrêziyê li hemberî gefên dewleta Tirk yên dagirkirinê herêmê ku beşek ji xaka Sûriyê dagirkiriye pêk hat.
Di komxebatê de ev bangewazî hatin kirin:
* Divê civaka navdewletî ji bêdengjiya xwe ya li hember binpêkirinên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî mîna Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê derkeve.
* Bi awayekî fermî bi hêza ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ava bûye were îtîrafkirin.
* Divê Hêzên Sûriye Demokratîk wek hêzeke parêzvan a herêmê were qebûlkirin.
* Dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber sûcên ku der heqê jinê bi taybet were avakirin.
* Bang li rêxistinên jinan were kirin da ku piştgiriya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û sûd ji tecrubeya wan bigirin.
* Bang li hêzên demokratîk ên cîhanê were kirin da ku piştgiriya doza gelan bikin û helwesta xwe li dijî zihniyata destwerdana Tirkiyê nîşan bidin.
* Rola jinan di çareseriya siyasî û xêzkirina paşeroja Sûriyê de were misogerkirin.
* Keda herî mezin a rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya jinan, jin dê berxwedana xwe dewam bikin heta rizgarkirina tevahiya herêmên Sûriyê.”
ANHA/ TEBQA