Di daxuyaniyê de hate aşkera kirin ku, ji ber vê çendê 19’mîn Kongre dê bibe platformekî ku berpirsyartiyên xwe û peywirên di çareseriya pirsgirêka Kurd ên aştî û demokrasiyê de vegerînin biryar û plansaziyên şênber. Di daxuyaniyê de hate aşkera kirin ku, dê mijara bingehîn ya kongreyê bibe ji nû ve xwe rêxistin kirin.
KON-KURD di 01’ê Cotmeha 1993’an hate avakirin û navenda wê li paytextê Belçîka Bruselêye. Di heman demê de Bruksel paytextê Yeketiya Ewropayê ye. Di binya KON-KURD’ê de li Almanya YEK-KOM, li Fransa FEYKA-Kurdistan, li Holanda FED-KOM, li Swîsre FEKAR Kurdistan, li Danîmarkayê FEY-KURD, li Swêd KURD-KONSEYÎ, li Belçîkayê FEK-BEL, li Awûstûrya FEY-KOM, Îngilîstanê FED-BIR, li welatên Balkana FEK-BAL û li Awûstralya û Kanadayî jî li gel federasyona komeleyên Kurd, bigiştî ji12 federasyonan, 175 komle û 30 hezaran zêdetir endamên wan komeleyan û sedhezaran mirovan pêktê.
BRUKSEL