Koordînasyona Kurdên Berlînê ku beriya demekê ji bo bêrêvebirina kar û xebatên alîkarî, dîplomasî û danasîna bûyer û karesatan hatibû damezrandin, bênavber li xebatên xwe berdewam dike. Herwisa li paytext Berlînê çalakiyeke Konê Agahdariyê ya ji bo sê rojan hate lidarxistin. Di çalakiyê de bi Almanî axaftin hatin kirin û gelek belavok hatine belavkirin.

Di çalakiyê de ji saziyên weke KNK ê Feremez Başboga, Kazim Baba, ji PDK ê Sîpan Reş, ji Komeleya Kurdên Berlînê Alî Sûsem, helbestvan Kurmanc Harikî, ji FKE ê Azîz Alkiş û li ser navê komîteya çapameniyê Mecît Hesso beşdar bûn. Mecît Hesso derbarê çalakiya konê û bûyerên dawî de axaftinek kir. Hesso di axaftina xwe de memnuyiyeta xwe ya ji pêwendiya çalakiyê anî ziman.
Li ser navê Federasyona Êzîdiyên Kurdistanê FKE ê Azîz Alkiş jî wiha axîvî:‘Ev komîteyên me li xebatên xwe berdewam dikin. Em jî weke federasyon di nav de ne. Gelek spasiya tevahiya Kurdên li Berlînê dikin, sazî û dezgehên siyasî û wisa jî spasiya xwe pêşkêşî çapameniya Kurdî dikin. Çalakiya kon wê sê rojan dewam bike.



YEKO ARDIL/BERLÎN