Çalakiya Konê “Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re” ya ku 14´ê Tîrmehê li Stuttgartê dest pê kiribû, vê hefteyê li Ludwigsburgê hat vegirtin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) çalakiyê bi rê ve dibe. Di konî de ji bo azadiya Ocalan agahdarî tê dayîn, û belavok tên belavkirin. Kon her hefte li herêmekê tê vekirin. Hefteya bê roja Çarşemê kon wê li Gara Navendî (HBF) ya Esslingen bê vegirtin û di navbera saet 17.00 û 20.00´an de vekirî be. NCDK ya Esslingenê çalakiyê organîze dike. STUTTGART