Li Wargeha Çemişko ya navçeya Zaxo ya Dihokê ku koçberên Şengalê lê dimînin, şewat derket. Ji ber şewatê herî kêm 15 kon şewitîn. Li Wargeha Çemişko ya navçeya Zaxo ya Dihokê ku koçberên Şengalê lê dimînin, doh sibê saet li 07.00’an  şewat derket. Li gorî agahiyên welatiyê bi navê Xidir Dîr Xanesorî ji wargehê dane şewat ji ber temasa ceryanê çêbûye û 15 kon bi tiştên di nav de şewitîne. Tê gotin, ziyana giyanî nîne. Xidir Dîr Xanesorî diyar kir ku ji ber ku tîmên agirkujiyê dereng ketine şewat berfireh bûye. Berdevkê Rêveberiya Parastina Şaredariya Dihokê Bêwar Ebulezîz eşkere kir ku heta niha sedema şewatê nediyare.

 

 ROJNEWS/ZAXO