
Pergala alternatîf
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku pêwîstiyeke bi pergaleke alternatîf heye û ji ber vê yekê jî berxwedaneke bi rêxistinî, birdozî û exlaqî heye. Her wiha encamnameyê de hate gotin ku berxwedana azadiyê ya gelê kurd nêzî 40 sal in tê rêvebirin û gihîştiye asteke ku bikaribe pergaleke alternatîf a jiyana azad ava bike. Encamname wiha didome: “Hêzên dagirker ên desthilatdar ji bo ku kurd negihîjin statuyekî û pergalek alternatîf ava nekin di serî de li hemberî Rêberê Gelê
Kurd û Tevgera Azadiyê û gelê kurd şerekî berfireh dane destpêkirin.”
Rexnedayîna rêxistinî
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku operasyonên qirkirina siyasî, êrîşên li hemberî gerîla, şerê taybet û psîkolojîk polîtîkayên qirkirina çandî vê rastiyê diyar dike. Di encamnameya konferansê de hate gotin ku, konferans ji gelek aliyan de pirgirêkên rêxistinî, hunerî û felsefîk nîqaş kiriye û her wiha di 20’emîn salvegera sazîbûna çand û hunerê ya qada bakur de hatiye lidarxistin. Encamname wiha didome: “Tevî vê rastiyê, wekî tevgera çand û hunerê di vê sala çûyî de me rola xwe ya pêşengtiyê ya rêxistinî û hunerî têr û tijî pêk neanî. Di aliyê rêxistinî de, em qels man. Ev qelsî bû sedem ku desthilatdar û dagirkeran êrîşên xwe yên li hemberî nirxên me yên bi hezaran salan kûrtir bikin.” Encamnameyê de tê diyarkirin ku di aliyê hunerî de û xebatên çandî de dubarebûn heye û ji ber vê rewşa dubarekirinê, pêşketin kêm maye. Her wekî din hate bilêvkirin ku ji bo ev rewş were derbaskirin rêxistina çandê û hunermend li çavkaniya hunera kurd vegerine rastiya dîroka wê bizanibin û civaka kurd wekî cewhera hunerê bibînin.
Rola jinê û heqîqet
Encamnameya konseransê ku balê dikişîne ser gelek xalên girîng wiha berdewam kir: “Konferansa me, di xebatên çand û hunerî de li ser rola jinê ya pêşeng sekinî,di xebatên çand û hunerê de jin wekî çavkaniya hemû nirxên çandî,hunerî,estetîkî hate binavkirin û pêwîstî bi xurtkirina berhem,xebat û berfirehkirina rêxistinbûyînê hate dîtîn.” Hate diyar kirin ku yek ji perspektîfa konferansê ew e ku lêgerîna heqîqetê ya di hunerê de were kûrkirin û bilindkirina berxwedana çandî, ji bo pêşxistina pergala xweseriyê û ji bo avakirina sistema moderniteya demokratîk pêdiviya xurtkirina sazîbûyîna çandî ye.
DÎHA/AMED
Xala Xweseriya Demokratîk