
Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê di 29 û 30’ê Hezîranê de li Brukselê bi beşdariya nûnerê gelan, bawerî û beşên cuda yên civakê pêk hat. Encamnameya konferansê ji raya giştî re hate aşkera kirin û di encamnameyê de hat destnîşankirin ku beşdarên konferansê ji bo pêvajoya rizgariya demokratîk bi serkeftî bi encam bibe kar û barê dikeve ser milê wan wê pêk bînin.
Têkildarî encam û biryardariya Konferansa Brukselê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar pîrsên me bersivandin.
Dikare were gotin ku hemû rengên Mezopotamya û Anatolyalê yên li derveyî welêt di konferansê de hatin temsîl kirin?
Li Ewropa li ser wan pirsgirêkan gelek konferans çedibin. Le belê di vê astê de konferansêk wek we çenebûyê. Hêzên cuda, reng û baweriyên cuda, Kurd û Tirk hemû awayî bi wî rengî ji bo çareseriya pirgirêkeke hevqasî girîn bene cem hev; ev tiştekî nû bû. Di serî de gelekan digotin gelo! Le belê ev fikar û guman hemû li cîhê xwe man. Konferans wek hate plankirin meşiya û gihişt armanca xwe. Dikare were gotin ku konferansek serkeftî bû.
Di hevnasîna gel, bawerî û rengên cuda yên civakê û têkoşîna hevpar de vê konferansê roleke çawa bicîh anî?
Ev hêzên ku hatine gel hev difikirîn ku ji xwe hev nasdikin. Le belê wexte ku konferanse de axaftin çebûn, wexte ku van hêzan xwe dan naskirin, baweriyên cuda çi dixwezin, an nasnameyên etnîkî yên cuda çi dixwazin behsa rewşa xwe kirin, hat xuyakirin ku di rastiyê de baş hev û din nasnakin. Yanî em hev nasdikin lê ev konferans bu wesîle ku em bi şêweyekî rast û baştir hev nasbikin û bikaribin empatiyê bikin, yanî xwe têxin dewsa hev û baştir di rewşa hev de serwext bibin. Ev kesên ku hatina gel hev li vê derê bi yekdengî hemuyan gotin; ‘em piştgiriyê didin pêvajoya aştiye ya li bakurê Kurdistanê li ser esase çareseriya pirsgireka Kurd bi pêş bikeve’. Herkes an beş xwedî dîtina cuda ye. Kesên ku hatin vê derê qabul dikirin ku heger di mesela Kurd de gavek bê avetin, rêya çareseriyê vebe wê ev yek bibe kîlîda çareseriya pirsgirêkên din jî. Yanî heger mesela Kurd neyê çareser kirin, mesela nasnameyên etnîkî li Tirkiyeyê qet nayê çareserkirin. Heta Kurd neyên qabulkirin ne Ermenî, ne Asûrî, ne Laz , ne Çerkez, yanî jî miletên cuda yek jî nayê qabul kirin.
Ji ber ku devleta Tirk van gelan hemuyan jî dike qurbanê meselaya Kurd. Her wiha li vê derê xuyakirin heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, nezîkbûna devletê ya ji bo baweriyan jî wê taktîkî be. Yanî bawerî jî bi şêwazekî rastî nayên naskirin û astengiyên li pêşiya wan nayên rakirin. Tenê dema pirsgirêka Kurd bê çareserkirin pirsgirêka baweriyan wê were çareserkirin. Bêgûman ev hemû jî yekser bi pirsgirêka demokrasiyê ve têkildar in. Xuya dike ku eger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê demokrasî jî bi pêş nakeve. Dewlet a ku artêşê mezin dike, hêza polîs xwurt dike, yanî li aliyekî welêt şer dike û gelekî bindest dihele wê çawa karibe demokrasiyê ava bike? Mesela demokrasiyê û aştiyê bihev re yekser girêdayî ye. Ev di konferansê de baş hate xuyakirin û herkes jî bi vî awayî beşdar dibû. Çareserî bê aştî, aştî jî be demokrasî nabe. Yanî her tişt bi hev re girêdayî ye. Beşdarên konferansê di wan noqteyan de nezikî hev bûn. Encamnameya konferansê hate weşandin. Di encamnameya konferansê de nerîn û daxwaziyên hemû aliyên beşdar jî cîh girt. Di konferansê de pirsgirêk derneketin û wek hate pilankirin pêk hat. Beşdarên konferansê ji ast û encamê kêfxweş in. Vê konferansê hem ji yekîtiya hêzen demokrasiyê re hem ji yekîtiya hêzen heremê re her wiha ji hewldanên çareseriyê re xizmet kir.
Ji bo şopandin û bicîhanîna biryarên di encamnameyê de jî cih girtin pêwistî bi xabateke çawa heye?
Ev konferans ne ji bo ku hin kes bicivin dîtin û nêrînen xwe bejîn û biçin hate amadekirin. Ev konferans ji bo ku her hêz were ditina xwe bejê û her wiha herkes deste xwe bixe bin kevir. Yanî di nava we meselê de xwe berpirs bibîne, cîhe xwe bigire. Ev pêvajo wê çiqasî bi pêş bikeve? Ev hêzên ku hatin gel hev wê çiqas di nava yêkîtiyê de bixabitin? Ev pirsên bingehîn ên konferansê bûn. Di we çarçoveyê de konferansê biryar da ku li ser esasê yêkîtiyê hebûna xwe bidomîne. Ew yekîtî jî wezifa we ev bû ku pêvajoya çareseriyê berdewam bike, bişopînê, li ser bixabite. Ji bo gelê Kurd, Tirk û gelên cuda derbarê pêvajoyê de bêne agahdarkirin plansaziyê hate amade kirin. Plansaziyak jî ji bo meşandina xabata dîplomatîk û lobiyê ya ji bo bicîhanîna biryarên konferansê jî pêk hat.
Biryara domandina vê xabatê jî bi qebûlkirina avakirina meclîsê ya ku nûnerên hemû hêz û rengên beşdarî konferansê bûn hate formule kirin. Wê meclîsek were avakirin û ji bo dabeşkirina kar û xabatê komîsyon wê werin rêxistinkirin. Avakirina meclîsê bi yekdengî hate pejirandin. Kar û xabata esasî ya meclîs û komîsyonên jêrîn ên werin avakirin wê bicîhanîna biryarên konferansê be. Komîteya Amadekar a Konferansê ji bo komkirina meclîsê hate wezîfedar kirin. Divê mabesta ji meclîsê mîna hebûneke pir hişk neyê fahm kirin, bêhtir bi rengê platformekê divê were dîtin. Ji hebûneke hiyarerşîk an desilatdarî wêdetir koordinasyoneke kar a karibe hêzên demokrasiyê bicivîne û hêzê bide hewldanên çareseriyê mijara gotinê ye.
Ev konferans wê hêzeke çawa bide hewldan û pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd?
Rêber Apo wexta ku ev pêvajo da destpêkiri lidarxistina çar konferansan jî pêşniyar kiribû. Pêşniyareke girîng û di cih de bû. Rêber Apo jî tevgera Kurd jî di çerçoveya rêxistinekê de li meseleyê mêze nakin. Ew mesele ne tene ya PKK û Tirkiyeyê ye. Her wiha pirsgirêka tevahiya gelê Kurd e. Pirsgirêka avakirina welatekî demokratîk e. Çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn eleqedar dike. Bi van çar konferansan dikare çareseriya hemû pirsgirêkan were pêşwazî kirin. Konferansa Amedê ya bakurê Kurdistanê bû. Yanî partî û hêzen li bakûrê Kurdistanê de siyasetê dikin civiyan. 7 şaxsiyetên cuda cuda têvlî bûn. Heta hin serokeşîr têvlî bûn. Nûnerên gelên cuda yên wek Ereb, Asûrî û Ermenî beşdar bûn. Bi wî rengî bakurê Kurdistanê projeyên xwe yên siyasî pêşkeş kirin û heyetek jî çekirin ku muzakereyan bişopînê. Ew gaveke esasî bû. Le belê ev mesele tenê Kurdan alaqeder nake. Li Enqere jî konferansek pêk hat. Ew jî Kurd, Tirk û gelênn li Tirkiyeyê dijîn, hêzen demokrat û nûneren baweriyan beşdar bûn. Konferansa Ewropa jî konferanseke wekî formatê ya Enqerê bû. Yanî ew kesên ku Ermenî, Kurd, Tirk, Asûrî, Laz, Çerkez, Êzîdî, Elewî û Mesîhî ku ji ber zilma devletê rawiyane Ewropayê cih girtin. Mîna konferansa Enqereyê hate organîzekirin û bi wî rengî jî kar hate meşandin. Gelekî girîng bû û encameke baş jî derket. Tevlî rojeva konferansa Brukselê cudahiyêk 2 aliyan de ya ji konfernsa li Enqereyê hebû. Aliyeke jê dîplomasî ye; ji ber ku em li derwe ne aliyekî girîng a xabatê wê dîplomasî be. Aliyên din yê cuda jî ew bû ku kesên ji Tirkiyeyê hatine sirgun kirin beşdar bûn.
Tiştekê din ê girîng heye ku gelek hêz ên mîna Ermeniyan, Asûriyan û hwd. ji ber zilma devlete hatina Ewropayê, li wir di karin zedetir xwe îfadê bikin têvlî konferansê bûn.
Şert û mercê Konferansa 4’emîn a hatibû pêşniyarkirin li Hewlêrê bê lidarxistin çiqasî afirî ne?
Komîteya Amadakar a Konferansa Hewlêrê divê were saz kirin. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bandorên xwe yên yekser li ser Rojhilata Navîn, parçeyên Kurdistanê û bi taybetî başûrê Kurdistanê hene. Di Kurdistana ku hatiya parçekirin de divê li bersiva pirsa ‘têkiliyên Kurdên bakûr û yên başûr wê çawa bin?’ were gerîn. Têkilî û yekîtiya tevahiya Kurdan û sazîbûna vê yekîtiyê mijarên bingehîn ê konferansa li Hewlêrê bê lidarxistin in. Hewldanên sazkirina komîteya amadekar hene. Hêviya me ewe ku xabatên lidarxistina konferansa Hewlêrê di demeke kin de bigihijin encamê û konferans pêk were. Bi vî regnî di nava sazîbûn an meclîsên 4 konferansa de diyalog û hevxebatek were meşandin. Di rewşeke wisa de hêviya me heye ku encamên gelekî berbiçav û girîng werin bidestxistin.
‘Piştgiriya gelê Rojava bikin’
Nêzîkbûna Rêveberiya başûrê Kurdistanê ya ji bo Şoreşa Rojava hûn çawa dibînin?
Li Sûriyeyê Şoreşek berdewam dike û Kurd jî parçeyêk ji we şoreşê ne. 19’ê Tîrmehê salvegera azadkirina Kobanê û bajarên rojavayê Kurdistanê ye. Ew nêzî salakê ye otorîteyeke Kurd li Rojava heye. Gerek em hemû piştgiriya Rojava bikin. Le belê niha hîn problem hene. Bi taybetî hîn partiyên ku hinekî hêzen heremê re xwe nêzîk dibîninji we otorîteya Kurd ne keyfxweşin û dixwazin probleman derxînin. Pêwist bû rêveberiya Başûr vê deme guhdarî hin derdoran nekira, der û dergehen xwe ji Rojava re negirta. Ji ber ku sînorên Tirkiyeyê û Eraban ji Rojava re girtî ne. Dema dergehê Başûr jî hate girtin gelê Rojava bi tevahî tê dorpêçkirin û derfeta jiyanê ji holê radibe. Her wiha ev yek tesîrê li ser yêkîtiya Kurdan jî dike. Lazime herkes ji aliyê xwe ve di wî warî de rastiyê bibînê û piştgiriya gelê me yê li Rojava bike. Ne dema ku em problemên biçûk bikin hincet û rêyan li hev bigirin. Dem dema ku em hêza xwe bikin yek û gele xwe yên li Rojava biparezin. Ji ber ku li wir talukeyên mezin li ser Kurdan hene. Ew mesele gelekî cidî û girîng e. Ji bo çaserkirina pirsgirêkên bi vî rengî û danîna statejiyeke yekîtiyê Konferansa Hewlêrê wê gelekî girîng be.
Di desthilatdariyê de israrê nekin
Dirêjkirina dema Serokatiya herêmê ya Mesûd Barzanî li rasta nerazîbûnan hat. Her wiha hilbijartinên giştî û herêmî hatin texîr kirin. Hûn van mijaran çawa dinirxînin?
Ew mijar jî wê tesîrê li ser konferansê bike. Bêgûman Parlamentoya Başûr parlamentoyekê meşru ye. Biryara wê em kabul dikin. Le em dixwazin li Başûr herkes li gor pîvanên demokrasiyê tevbigere. Problemên bi wî awayî hene. Meseleyên demokratikirina heremê hene. Lazime hêzen desthilatdar li Başûr di wî warî de daxwazên muxalefetê li berçavar bigirin û kar û xebatên xwe de zedetir demokrat bin. Dil dixwest hilbijartin wek hatibûn pilankirin di dema xwe de pêk werin. Biryara paşxistinê hate dayin, her wiha li dijî vê biryarê nerazîbûn hene. Demek nû li we heremê dest pê dike û bi rastî ew jî problemekê. Lazimê demekê zûtir li ser esasê nezîkbûna demokrasiyê li heremê de li ser esase parastina nirxen gel û destkeftiyên gelê Kurd sererastkirin pêk werin. Lazime kes di îxtîdarê de israr neke. Nezîkbûna me di wê warî de ewe û em hêvî dikin ku hemû tişt bi gûftûgo û diyalogê bêne çareserkirin.
ERDEM ÎNAL / FRANKFURT