Endama Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) Zozan Ozgokçe anî ziman ku pirsgirêkên hemû kurdan wekhev in ji bo çareseriya pirsgirêkan yekîtiya di konferansê de pêk wê rê vebike. Ozgokçe, da zanîn ku kurd kirin çar perçe li herêmên cuda hatin tepisandin û wiha got: "Em zimanê metîngeran bikartînin. Divê ji bo vegerê dest bi tevgerê bê kirin. Divê hêmanên Kurdistanî bên cem hev û polîtîkayên hevpar pêk bînin." Ozgokçe, bilêv kir ku divê di encama van polîtîkayên hevpar de gavên berbiçav ên encama bigirin bên avêtin û wiha axivî: "Divê yekîneyên Kurdistanî bi hemû derdorên din re tikiliyên hevpar pêk bînin. Ji ber vê yekê ev konferans gelek watedar e."


'Emê têkoşînê bilind bikin'

Ji delegasyona konferansa Alî Ekber Kaya jî diyar kir ku konferans gavekî dîrokî ye û bûyerên li cîhan û Rojhilata Navîn hewcehî bi konferansekî wisa anî. Kaya, anî ziman ku divê kurd ji bo yekîtiya neteweyî gavan bavêjin û ev konferans divê yekîtiyê xurt bikin. Kaya, da zanîn ku hêmanê demokratîkbûna Tirkiyeyê kurd in û rizgariya kesên bindest jî bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye û wiha got: "Ji ber vê yekê ev konferans girîng e. Ji Rojhilata Navîn re hewcehî bi azadî û ronakbîriyê heye. Divê gel bibin yek li hemberî berjevendiyên emperyalîstan têkoşînê bilind bikin."

Ji bo yekîtiyê gaveke girîng

Ji ciwanên endamên BDP'ê Ahmet Akyuz jî diyar kir ku di pêvajoya heyî de konferansa çareseriyê ji bo gelê kurd gelek girîng e. Akyuz, anî ziman ku kurd tu caran ewqas berfireh nehatin cem hev û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû di vê pêvajoyê de wê statu û hembûna kurdan bê diyarkirin. Ji ber vê yekê em weke civan vê konferansê gelek girîng dibînin. Ji bo yekîtiya kurdan ev gava yekemîn e."
Rêveberê EMEP'ê Îlhan Îlbay jî got: "Di konferansê de li ser hinek nokteyan lihevhatin girîng e. Ji van yek gelê kurd li Rojhilata Navîn bû hêza herî dînamîk û girîn. Kurd li çar perçeyan ji bo mafên xwe têkoşînê didin ev yek girîng e. Ez bawer dikim ku di konferansê de yekîtiyekî bi hêz dê derbikeve holê."

'Em dixwazin xwe bînin ziman'

Serokê Komeleya Piştgirî û Çand Gundên Buyukkadi (Muslumkadî) û Şarabî (Havacilar) (BUŞAK-DER) Aydin Atli, diyar kir ku ew xwedî nasname û çandekî xweser in û bi nasnameya tirkmenan tevlî konferansê bûn. Atli, anî ziman ku ew jî li Mezopotamyayê dijîn û wiha got: "Em weke saziyekî Kurdistanî tevlî bûn. Em dixwazin xwe bînin ziman. Gelek kom, partî û bawerî bêyî şert hatin cem hev girîng e. Em jî dawetî konferansê hatin kirin û ev girîng e. Em jî hewil didin ku ya dikeve ser milê me bikin. Konferans li Kurdistanê pêk hat û ev jî girîng e."



ZEYNEP KURÎŞ / HAYRÎ DEMÎR/DÎHA/AMED