Di vê konferansa ku bi hevkariya beşa dîrokê ya Zanîngeha Bilgiyê û Koma Xebatên Kurdolojiyê pêk tê de, wê pirtûka “Rojî Kurd 1913” jî bê danasîn. Ev pirtûk ku Koma Xebatên Kurdolojiyê ev nêzî du salan in li ser dixebite, tîpguhêzî û çapa wekxweyî ya kovara Rojî Kurd ya ku di sala 1913’an de ji aliyê Komaleya Hêvî ya Xwendekarên Kurd ve li Stenbolê çar hejmar hatiye weşandin. Di konferansa ku wê bi axaftina destpêkê ya Prof. Dr. Mete Tunçay dest pê bike, tê de dê gelek lêkolînerên ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê amade bin.

Konferans ji sê beşan pêk tê. Di rûniştina pêşî de, bi moderatoriya Prof. Dr. Mete Tunçay, ji Zanîngeha EHESS a Frensa Prof. Dr. Hamît Bozarslan, ji Zanîngeha Bîlgîyê ya Stenbolê Doç. Dr. Bulent Bîlmez, lêkolîner-nivîskar M. Malmîsanij û ji başûrê Kurdistanê Abdulla M. Zangana wê li ser paşxane û peywendiyên ku Rojî Kurd anîne holê nîqaş bikin.
Di rûniştina duyemîn a piştî nîvro de, bi moderatoriya lêkolîner Serhat Bozkurt, wê endamên Koma Xebatên Kurdolojiyê Mesûd Serfiraz û Tahir Baykuşak û lêkolîner Samî Tan li ser dîrok, nivîskar û zimanê kovara Rojî Kurd pêşkêşiyên xwe yên bi Kurdî bikin.

Rûniştinên dawî

Mijara rûniştina dawî ya konferansê, analîza naveroka Rojî Kurd e. Bi moderatoriya lêkolîner Yener Koç, dê ji Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê Ronayî Onen, lêkolîner Namik Kemal Dinç, endamên Koma Xebatên Kurdolojiyê Gulseren Duman û Ayhan Işıik pêşkêşiyên xwe bikin. Kampusa Santral Îstanbul a Zanîngeha Bîlgî li Eyuba Stenbolê ye û konferans li vir dê di salona E1 301 de bê li dir xistin.
Li gorî bernameya konferansê; 16’ê adarê axaftina destpêkê dê ji aliyê Mete Tunçay ve were kirin. Piştre jî dê bi moderatoriya Tuncay dê Hamît Bozarslan li ser mijara ‘Di nav Projeyên Nasnameyên Nûjen ên Osmanî de Rewşenbîrên Kurd’, Bulent Bîlmez li ser ‘Têkildarî Projeyên Nasnameyên Nûjen ên Osmaniyan Çapemeniya Osmaniyan’ M. Malmîsanij li ser ‘Serdema Osmaniyan Pêkhatina Çapemeniya Kurdî’ û Abdullah M. Zengene jî li ser ‘Piştî Rojî Kurd Çapemeniya Kurdî’ nêrînên xwe parve bikin.
Piştî navbera xwarinê bi sernavê ‘Rojî Kurd I: Serborî, Nivîskar û Zimanê Rojî Kurd’ bi moderatoriya Serhat Bozkurt rûniştina duyem pêk bê. Mesud Serfiraz li ser ‘Serboriya Rojî Kurd’, Tahir Baykuşak li ser ‘Nivîskarên Rojî Kurd’ û nivîskarê rojnameya me Samî Tan jî li ser ‘Kurdiya Rojî Kurd’ dê nêrînên xwe parve bikin. 

 ANF/STENBOL