Konferans ji aliyê Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayî ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC) ve tê organîzekirin û hemû welatên endam tevlî dibin. COP22 wê di navbera 7-18’ê Mijdarê de li bajarê Marakeş ê Fasê were lidarxistin.

Di vê konferansê de xalên bingehîn ên karên li ser avhewayê ku di Peymana Parîsê de hatin destnîşankirin, wê zelal bibin. Her wiha wê mijarên zelalî, ahengî, transfera teknolojiyê û zêdekirina kapasîteya wê, bên nirxandin.

Li ser navê hikûmeta Fasê Selahaddîn Mezûar wê serokatiyê li COP22 bike. Mezûar da xuyakirin ku konferansa îsal ji bo welatên xizan û herî zêde di bin bandora guhertina avhewayê de gelekî girîng be. Mezûar diyar kir ku bi taybetî welatên giravan ên li Okyanûsê û welatên Efrîka dikarin baştir dengê xwe bidin bihîstin.


ANF / MARAKEŞ