
Serokê Komîsyona Parêzerên Sedsalê Şaxê Iraqê yên Ocalan Dr. Sûfiyan Abas panel bi zimanê erebî pêşkeş kir. Abas, diyar kir ku ev ji bo serê 4 mehan diçe parêzerên Ocalan nikarin muwekîlên xwe bi bînin.
Serokê Komîteya Tendrûstiya Ocalan, Dr. Fayîq Gulpî jî axivî û diyar kir li gorî raporên berê yên der barê tendrûstiya Ocalan de hatine aşkerakirin rewşa Ocalan ne baş e. Gulpî, da zanîn ku berê dît ku Ocalan ji aliyê dewleta Tirkiya ve hat jahirîkirin” û wiha got: "Ev jahrîkirin jî bandorek xirab li tendrûstiyê wî kir. Niha jî ku ev çend mehin nahêlin tû parêzerên Ocalan bi mûwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin."
Şêx Abdûlrehman Neqibendî Şêxê neqişbendiyan, Nûnerê KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî jî panêl pêşkeş kirin. Konferans biştî bi dawî bibe dê encamnameyê ji raya giştî re rabigihînin.
ANF/HEWLÊR