Yekîtiya Kar û Barên Oldarên ên Kantona Efrînê konferasa xwe ya yekemîn bi dirûşmeya “Banga yekitiya baweriyan, exlaq û aştiyê” li navenda Şehîd Rûken a li bajarê Efrînê bi beşdarbûna, hejmarek ji oldarên Îslamê û Êzîdî hate lidarxistin. Nûnerên Rêveberiya xweseriya Demokratîk û TEV-DEM’ê jî wekî mêvan beşdarî konfernsê bûn.

Salona konferansê bi dirûşmeyên olên Êzîdî û Îslamê, her wiha ayetên Quranê û her wekî din hate xemilandin. Di konferansê de Endamê Dîwanê Fêsel Hebeş bi xêrhatina mêvanên ji hemû olan kir û got ku pêwîst e hemû alî xwedî exlaqên baş û li ser esasê jiyana hevbeş û biratiyê nezîkatiyan bikin.

Di konferansê de her wiha Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Xebat Mihemed, li ser navê Êzîdiyan Ebdurehman Şemo axivîn. Di axaftinan de banga yekîtiya di navbera hemû ol û mezheban hate kirin û hate gotin civak di riya hevgirtin û hezkirinê dikarin li dijî hêzên tarî serbikevin.


Biryarên konferansê

- Ji xwedê xwestin ku hekîmbûnê û qenciyê pêk bîne.

- Belavkirina çanda borandin, hezkirin û biratiya di navbera hemû endamên civakê.

- Ji bo karê xêrê hemû kes alîkariya hevdû bikin.

- Li dijî pêlanan yekîtiya hemû pêkhate û nerînan bê xurtkirin. 


 ANHA/EFRÎN