Bi armanca mayîndekirina agirbestê û destpêkirina pêvajoya siyasî ya li Lîbyayê li paytexta Elmanyayê Berlînê konferansek pêk hat. Gelek serokên dewletan û her wiha aliyên Lîbyayê jî beşdarî konferansê bûn.

Piştî konferans bi dawî bû ji aliyê serokwezîra Elmanya Angela Merkel ve encamname hat weşandin. Merkel diyar kir ku li ser planeke berfireh lihevkirine. Merkel diyar kir ku ew ê berdewamkirina agirbestê pêk bînin û hewl bidin ku mayînde bikin. Her wiha Merkel ji NY’yê xwest ku komîteyeke teknîkî ku pêkanîna agirbestê kontrol bike, ava bike.

Di encamnameyê de têkildarî agirbestê, ambargoya çekan, vegera li pêvajoya siyasî, reformên derbarê ewlekariyê de, reformên aborî û fînansî, hiqûq û mafên mirovan de 55 xal cih digirin.

Di ancamnameyê de bang li aliyan tê kirin ku bi destpêkirina agirbestê re dawî li çalakiyên xwe yên leşkerî bînin.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî di konferansê de ji Tirkiyeyê xwestiye ku çeteyên li Sûriyeyê neşîne Lîbyayê.

Serokkomarê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan ê weke bavê çeteyan jî tê binavkirin ji civînê nerazî veqetiya û heta li gorî hin çavdêran bi hêrs vegeriyaye Tirkiyê.

 

NAVENDA NÛÇEYAN