Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi diruşmeya ‘Rabe ser xwe, çanda xwe ya resen biparêze, faşîzmê têk bibe’ 5’emîn konferansa Çand û Hûnerê a Mexmûrê doh destpê kir.

Konferans bi beşdarbûna 80 delegeyan bi rê ve diçe. Hevseroka Meclîsa Gel a Wargehê Filîz Budak axaftina destpêkê kir û got, “Ji bo ku em çanda xwe ji asîmîlasyona faşîst biparêzin, divê ku em bingehê çanda xwe bidin xurt kirin. Divê em beriya her tiştî ji hemû êrişên li dijî çanda me, bi parastineke civakî û xwezayî xwedî li çanda xwe derkevin.” Konferans bi xwendina perspektîf û rewşa siyasî dewam kir. Konferans îro jî dewam dike.

 

ROJNEWS/MEXMÛR