Li pey hibijartina dîwanek ji sê kesan dest bi rojevê hate kirin. Berê peyama KCK'ê ya ji bo konferansa TEV-ÇAND'ê şandibû hate xwendin. Li pey jî nirxandineke li ser ҫand û rewşa saziyê û pêşketinên hemdem hate rawestandin. Di van nîqaşan de ev nirxandin derketin pêş:
Hunermendên di netêgihîştina hestê netewî de ne, ji ber hin berjewendiyên biҫûk xwe û hunera xwe difiroşin dagirkeran. Hunermend di sala 2012'eyan de nekanîn bibin bersiva pêşveҫûnên li welêt. Di warê ziman wêje û felsefeya afirandinê de kemasiyên hunermendan hene.
Ji ber têkiliyên ne li gor felsefeya tevgera azadiyê, lêbangiyeke hêrişkar gelek hunermend hatin xeyidandin.
Ji bo hunermendên ciwan û nûjen rê nehatin vekirin, têkiliyên bi saziyên hunermendên cihanê re qels in.
Divên nirx, sinc û motifên netewî bi her awayî di her warê karê hunerî de were parastin. Hunermend kêm dixwînin, ji lêkolînan dûr radiwestin. Zimanê berhemên hunermendan qels e, gotin û muzik gelek caran di nava dijayetiyê de ne. Hin hunermend populozmê li pêş hunerê digirin. Hêjayê gotinêye ku gotinê ye ku giringiya di her warê jiyan û hunerê de bikaranîna zimanê Kurdî xwerû derxistin pêş. Li gel wê bi zaravaya Kirmanckî jî ҫend delegeyan bi ahengeke gelek xweş wek lorîkên dayikan reşand ser giyana bêşdaran.
Li pey xwendina rapora saziyê omisyonên, ji bo mûzîk, goven, şano, sîname, produktion, şêwekarî, perwerda zarokan, têkiliya bi hereman re û wek wan hatin hilbijartin ku ew bikanin pêşniyaran amade bikin û pêşkêşî konferansê bikin.
Du mêvanê hêja û taybet hebûn. Yê yekem Jîr Dilovan bû. Li wir xuyana wî reng û hêvîyeke din da konferensê. Di warê axaftinê de gelek peşketiye. Herkesî dinasî. Kêfa wî gelek li cih bû. Vê jî dilê hemû bêşdaran xweş kir.
Mêvanê duyem jî Ahmet Aktaş bû. Tê zanîn ku hêja Ahmet Aktaş ev demeke dirêje ku li dij nexweşiya penceşêrê di nava berxwedaneke dijwar de ye, hêviyên wî yên bi serkeftina gelê Kurd di rêberiya Tevgera Azadî de ewl li dijê penceşêrê bi ser xistiye.
Gotinên hin hunermendan
Derwêşê Serhedî: Politika dema Abdulhemîd û polîtîka vê sarkariya AKP'ê ya xwe wek nûnêrê osmanyian dibîne yek e.
Awa Ebdulhemî: Ji bo parҫekirinina Kurdan metebê eşîretan da vekirin, Ev AKP jî heman tiştî dike,
Cewat Merwanî: Em bersiva demê nadin. Dagirker bi dejenerekirina huner û ҫandê dixebite ku me biqedîne.
Rotînda: Divê em wek hunermend lo gor pêşketinan xwe nû bikin. Divê em vê nazanîna Serok Apo; „Dîrok di roja me ya îroyîn de veşarti ye!' wekî şiyariyekê bigirin.
FÊRGÎN MELIK AYKOÇ