Ciwanên Tevgera Êzîdî ya Demokratîk (TEVDA), bi şiyara "Ciwanên bi rêxistinkirî temînata neteweya demokratîk e" konferansa xwe ya yekemîn lidar xistin. Konferans bi beşdariya 120 delegeyan roja 9'ê Gulanê li Şengalê pêk hat.
Di konferansê der barê rêxistinbûyîna ciwanên Êzîdî de biryarên girîng hatin stendin. Der heqê konferansa ku rastî pêwendiyeke mezin hat de, danezana encamê hat aşkerakirin.
Biryarên konfrenasê
Di danezana encamê ya konferansê de biryarên hatin wergirtin jî wiha hatin rêzkirin:
* Ciwanên TEVDA yên Şengal dawî anîna esareta Rêber APO datîne navenda hemû xebatên xwe.
* Ji bo xala yekemîn pêk were, hewl dide ku bi her cure çalakiyan ve bibe bersiv.
* Têkoşin ji bo ronîkirina qetlîam û fermanên li ser Êzîdiyan.
* Li dijî dagirkirina WELAT her cure çalakiyan pêş dixe. Wekî protesto, daxuyanî, kampanyayên îmzeyan hwd.
* Li dijî polîtîkayên bişavtin û qirkirina çandî çalakiyên demokratîk ên cur be cur pêş dixe.
* Li hemberî çanda tecawizê (fihûş, haşîş û hwd.) têkoşîn dike û çalakiyên pêwîst li dar dixe.
* Di vê pêvajoyê de pêşengtiya hemû çalakiyên li Şengalê bêne çêkirin dike.
* Xwendina hemû parêznameyên Rêber APO ji xwe re esas digire.
* Perwerdekirina civakê dixe bingeha kar û xebatên xwe; taybet a ciwanan.
* Perwerdeyên xwe, bi awayekî xweser û gîştî dimeşîne,
* Avakirina pirtûkxaneyê ji xwe re dike hedef.
* Pêşxistina wêjeya der barê êzîdiyan.
* Hewldanên ji bo lêkolînkirina dîroka êzîdiyan.
* Her komîteyek li gorî pêwîstiyên kar û xebatên xwe, komunan ava dike.
* Bi perspektîfa konferansa Ciwanên TEVDA yên Şengal ya 1’emîn Desteyên pêwîst (xwendekaran, ragihandin, perwerde, çand û huner û werzîş, jinên ciwan û hwd.) ava dike.
* Di nava karkerên xort ên ku diçin derveyî Şengal, rêxistinbûyîna wan ji xwe re dike hedef.
* Di hemû kar û xebatên çapemeniyê de rewşa Rêber APO dike rojev û felsefeya jiyanê ya Rêber APO bi rêya weşanên xwe belav dike,
* Di malpera Roja Ciwan de xwe ji beşa kurmancî berpirsiyar dibîne û tevlibûna xwe jêre çêdike.
* Xwe ji kovara `DIJLE` berpirsiyar dibîne,
* Ji bo fikir û ramanên ciwanên êzîdî bîne ziman govarek xweser a ciwanan dike hedef. n ANF/ŞENGAL
Konferansa ciwanên Êzîdî