Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi kurtenavê xwe "HRRK" di Nîsana 2004'an de, piştî Serhildana Qamişlo li bajarê Sanviken ê Swêdê hat damezrandin. Hevgirtinê demekê kar kir, lê demeke dirêj jî bêdeng ma. Piştî pêşketina rewşa rojavayê Kurdistanê HRRK jî careke din şên bû.
HRRK van salên dawî li Ewropayê kar dike, ji wir deng dide Kurdistanê. Mîhrîcana çandê, berhevkirina alîkariya ji bo Kobanî û bi giştî ji bo rojavayê Kurdistanê hin xebatên ku HRRK'ê kirî hene.
Niha Serokê HRRK'ê şêwekar Hesen Abdullah e. HRRK'ê par li Amedê konferansek li dar xistibû û pêre jî li Amedê şaxê xwe bi navê "HRRK-Bakur" ava kiribû. Niha HRRK di 1û 2'yê Tebaxê de li Silêmaniyê konferansekê li dar dixe û dike ku li wir jî şaxê xwe bi navê "HRRK-Başûr" ava bike. Ji bo konferansê li ser navê HRRK'ê Ehmed Huseynî, Helîm Yûsiv û Mehmûd Dawud çûne Silêmanî. Li bendê ne ku qederê 30-50 nivîskar, rewşenbîr, hunermendên ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî konferansê bibin û jê encamek bi dest bixin.
HRRK her ku diçe zêdetir bala xwe û meyla xwe dide ser Rojavayê Kurdistanê. Li gorî agahiyên ji rêveberiyê di demên pêş de ew dixwazin bi temamî karê xwe bibin hundirê welat, kongreya xwe ya 5'an li nav welat li dar bixin, navendê li nav welat ava bikin û beşên din ên heyî wekî şaxên HRRK'ê bidomînin.
NAVENDA NÛÇEYAN