Komîteya Amadekar a Konferansê der barê mijarê de daxuyaniyek da û bal kişand ser girîngiya lidarketina konferansê di demeke ku li Rojhilata Navîn şerekî mîna yê 3. ê cîhanê diqewime, bi Îranê re li ser çekên nukleerî muzakere tê kirin û li hemberî Kurdan û hindikahiyên din zextên giran tên kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Îran bi bikaranîna muzakereyên bi hêzên navneteweyî re, li hundir îdam, îşkence û êrîşên xwe zêde kiriye, hewl dide bandora xwe ya li herêmê xurttir bike û hat gotin, "Nûner û dostên gelên Kurd, Ereb, Fars û Azerî yên bi vê konferansê re werin cem hev, wê hewl bidin balê bikişînin ser rastiyên diqewimin.
Di konferansê de, tevî mijarên demokrasî, mafên mirovan û nêzîkatiyên hêzên navneteweyî yên li hemberî Îranê, wê li ser projeyên çareseriyê yên Kurdan û gelên din nîqaş bê meşandin.
Konferans ji bo xweîfadekirin û peydakirina nuqteyên hevpar ên Kurdan û gelên din, platformeke girîng e.
ANF/BRUKSEL