Di beşa yekemîn a konferansa bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên şoreşa Kurdistan û Cîhanê destpê kir de, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo konferansê û nirxandina der heqê jinê de hat xwendin. Di konferansê de dokûmanterek li ser rewşa jinên Êzidî ji demên berê heta roja îro hat pêşkêşkirin. Endama Desteya Rêveber a KCK'ê Sozdar Avesta û jinên Êzidî yên li Şengalê bi rêya vîdeo peyam şandin. Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, nûnerên tevgera jinên Kurd ya li Ewrupayê û girseyek jin tevlî konferansê bûn.


Vegera welêt

Di beşa yekemîn a konferansê de Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane axaftinek kir. Bîrtane di axaftina xwe ve mijara vegera li welêt û pirsgirêkên Êzidiyan ên li dîasporayê dijîn nirxand û destnîşan kir ku pîvanên kesî ji pêkhatina wan bawer nedikirin, ji aliyê jinên Kurd ve bicih hatine anîn. Bîrtane bibîr xist ku jinên Kurd Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn û Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî lidar xistine û bal kişand ser mîsyon û girîngiya 1. Konferansa Jinên Êzidî.

Jina azad welatê azad e

Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) Yildiz Aktaş jî di axaftina xwe de diyar kir ku Êzidî hêzeke girîng e ku çand û zimanê Kurdî anîne roja îro. Aktaş her wiha bal kişand aliyên kevneperest ên Êzidiyan û destnîşan kir ku Ocalan dibêje 'Jineke azad, welatekî azad e'. Aktaş diyar kir ku jinên Êzidî wê di veguherîna civakê de roleke girîng bileyze.

Tundiya li ser jinê
Di beşa duyemîn a konferansê de delege û beşdaran nêrîn, nirxandin, hest û ramanê xwe parve kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku êdî qelen neyê qebûlkirin û destnîşan kirin ku berdêl, zewaca di temenê biçûk de, zewaca bi zorê û pirzewac di ola Êzidî de nîne, ev paşverûtî piştre li ser navê ol xwe li ser wan ferz kirine. Di konferansê de her wiha pîvan û esasên rêxistinbûyînê yên jinên Êzidî hatin nirxandin.  Di konferansê de rêveberiyek ji 23 kesan hat hilbijartin û biryar hat dayîn ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re der barê naverok û nîqaşên li konferansê de nameyek bê şandin. Di encama konferansê de gelek biryarên derbarê jinên Êzdî de hatin girtin.

HANNOVER