Blanchet: Di navê de kirina nava tevgerê ya Neteweyên Yekbûyî jî, Fransa divê bi her rolê rabe da ku êrişên Tirkiyeyê yên hewayî bide rawestandin.

 

SELMA AKKAYA / PARÎS

Li Parlamena Fransayê pêr bi navê “Li Rojhilata Navîn siberoja Kurdan: Dewra Fransa wê bibe çi?” konferansek hat lidarxistin. Konferansê Kurd ji bo Rojhilata Navîn wek pêşeng bi navkirin û xwest ku Kurd bên destekkirin. Konferans li hola konferansê ya Victor Hugo ya parlamenê hat lidarxistin. Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM´ê Aldar Xelîl, parlamenterên Fransî Jean Christophe Lagarde, Hevserokê HDP´ê Sezaî Temelli, rojnamevan Jeremy Andre, Berdevkê Partiya Komunîst Pascal Torre, serokê rêxistina li dijî nijadperestiyê MRAP´î Renee le Mignot, parlamenter Eric Coquerel û serokê komeleya SOS Racisme Dominique Sopo û gelek kes beşdar bûn.

Parlamenter Sophie Auconie axaftina destpêkê ya konferansê kir. Paşê serokê Komeleya Dostaniya Kurdan a Brotonya, Andre Metayer ji bo bibîranîna sê jinên şoreşger ên Kurd ên ku li Parîsê hatin qetilkirin, peyivî û got, “Min pirtûka Rojbîna Me amade kir. Di vê pirtûkê de min hewl da hêrsa lêgerîna me ya li edalet û heqîqetê jî ya van 5 salên bihurî jî min hewl da nîşan bidim. Rojbînê hem weke parêzera miletekî û hem jî mîlîtana wî li hemû deriyan xist. Sakîne sembola gelê Kurd bû. Leyla jî ji bo gelê xwe têdikoşiya. Em ne toza tolhildanê, em doza edaletê dikin.”

Hilbijartineke neadil

Di rûniştina yekê ya konferansê de berdevê Partiya Komunîst, Pascal Torre bi bîr xist ku di hilbijartinên 24´ê Hezîranê de ew li Agirî bûye û li wir hatiye binçavkirin. Torre wiha behsa hilbijartinan kir: “Erdoganîzm di sedsala 21´ê de rejîma herî mezin a antîdemokratîk û zextker e. Ne tenê li nava Tirkiyeyê, li derveyî wê jî bi heman mîsyonê radibe. Li dijî van zextan hemûyan, Kurdan û demokratîn Tirkiyeyî hîna gotina xwe ya dawî nekiriye. Divê em timî piştgiriya hêzên demokrasî û azadiyê bikin yên ku wê vê gotinê bikin.“

Em bi we re ne

Berdevka Partiya Keskan Sandra Regol jî bi bîr xist ku di dema hilbijartinan de ew li Diyarbekirê bûye û wiha dewam kir: “Min dît ka çawa jin polîtîze bûbûn. Vî gelî birêxistinbûn, siyasîbûn bi ser xistibû, gelek tişt li pey xwe hiştine. Em dikarin ji Kurdan re belkî karibin bibêjin, dibe ku em nikaribin êşa we kêm bikin, lê di têkoşîna we de em li cem we ne û em ê li cem we bin jî.”

Rojnamevan Jeremy Andre jî pêşî da zanîn ku di dema dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Efrînê de ew li Rojava bûye û wiha peyivî: “Sûcê şer dihat kirin. Zor li gelê Kurd dihat kirin bi bombebaran û êrişan da ku herêmê biterikîne. Tevahiya Êzîdiyên ez li Efrînê bi wan re peyivîm, bawer dikirin ku ya li Şengalê qewimî wê dubare bibe. Di tevahiya xebatên xwe yên li deverê de min dît ku çete, DAIŞ û dewleta Tirk di formateke nû de hatine cem hev. Ez jê re dibêjim Osmaniya Neo-Nazî.”

Derdê Tirkiyeyê statuya Kurdan e

Hevserokê HDP´ê Sezaî Temellî jî got, “Dîrok nîşanî me dide ku dijminatiya Kurdan dewam dike. AKP´ê nexasim di van 8 salên dawî de çerxek ji nû ve ava kir û ew jî dijminatiya Kurdan e. Hem li Sûriyê û hem jî li Tirkiyeyê, tevahiya siyaseta wê xwe disipêre çaresernekirina pirsgirêka Kurd. Çaresernekirina li Sûr, çaresernekirina li Iraq û Tirkiyeyê, hemû beşeke ji butûnekê ne. Bi herêmeke tampon a nav lê nekirî, li Sûriyê çareseriya pirsgirêkê asteng dikin. Li Tirkiyeyê bi rûxandina bajaran, şewitandina daristanan, bêdengkirina çapemeniya Kurd û êrişên li dijî HDP´ê xwedanader a vê çaresernekirinê ya li Tirkiyeyê ye.”

Çareserî bi tecrûbeyên Kurdan dibe

Di beşa dawiyê ya konferansê de serokê MRAP´ê Renee Le Mignot got, Fransa divê weke ku bi mînaka Mandela jî xuya bû, ji bîr neke ku çareserî bi Abdullah Ocalan dibe û wiha peyivî: “Divê hewl bê dayîn da ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin. Heger li Rojhilata Navîn wê çareserî hebe, divê tevî Urdan û bi sûdwergirtina ji tecrûbeyên wan ev bibe.”

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM´ê Aldar Xelîl jî got, encama Şoreşa Rojava, encama ked û berdêleke mezin û îşaret bi wê kir, dema ku wan modela xwe ya demokratîk bi pêş dixist, Tirkiye jî di navê de gelek aliyan êrişî wan dikir: “Dema ku me şoreşa xwe ya demokratîk bi pêş dixist, tevahiya hêzên dijber êrişî me dikir. Êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê jî ji bo gihiştina vê armancê bû. Têkoşîna me û ya ku em diparêzin, têkoşîna mirovahiyê ye. Ji ber vê jî em li benda piştgiriyê ne.”

Serokê Komeleya France-Kurdistanê Josette Blanchet jî got, “Pêdiviya Kurdan bi desteka Ewrûpa û helbet a Fransayê heye. Di navê de kirina nava tevgerê ya Neteweyên Yekbûyî jî, Fransa divê bi her rolê rabe da ku êrişên Tirkiyeyê yên hewayî bide rawestandin.”