Konferansa Saziya Malbatên Şehîdên Êzîdxanê bi dawî bû. Encamnameya konferansa ku 200 delege beşdarî bûn, hate eşkerekirin.

Di konferansê de peyama Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta ya ji bo malbatên şehîdan jî hat xwendin.

Li ser navê fermandariya YBŞ Tîrêj Şengalî jî axivî û got: “Em di şexsê mam Zekî Şengalî de hemû şehîdên fermana 73’an bi bîr tînin. Gelê me rû bi rûyî fermanake herî mezin hat, yên ku xwedî li gelê Êzîdî derketin keç û xortên Êzîdî bûn, şehîdên Êzîdxanê bûn.”

   

Li ser navê PADÊ jî Hemed Bişar di konferansê de axivî û got, ew ti caran şehîdên xwe ji bîr nakin, bi saya şehîdên ku li ser vê axê şehîd bûne, wan îro kariye şehîdan bi bîr bînin.

Doh jî encamnameya 1. Konferansa Malbatên Şehîdên Êzîdxanê hate eşkerekirin. Di encamnamaye de dihat gotin, gelê Êzîdî ji sekna xwe ya azadiyê ti carî nayê xwarê û ew ê hêza xwe ya cewherî li derdora nirxên xwe yên azadiyê xurt bike.

 

ŞENGAL