Di konferansê de mijara çarenivîsa gelê Kurd hat guftûgo kirin û beşdarvanên konferansê nêrînên xwe yên têkildarî mijarê anîn ziman. Nêrîna giştî ya ku di konferansê de derketî pêş ewe ku, divê gelê Kurd jî weke hemû gelên cîhanê bikaribe bibe xwediyê mafên xwe yên rewa û li ser vî bingehî hewildanên ji bo mafê çarenivîsa xwe pêşbixe. Ji beşdarvanên konferansê Endamê Rêveberiya PÇDK'ê Serdar Star, Xwediyê Dezgaha Standart Mesûd Xalid, Serokê Yeketiya Parlementerên Kurdistanê û Parlementerê PDK'ê Ûmîd Xoşnaw têkildarî çarenivîsa gelê Kurd ji DÎHA'yê re nirxwandinên xwe kirin.


Azadî kêm e
Endamê Rêveberiya Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK) Serdar Star da zanîn ku li Herêma Kurdistanê mafê çarenivîsa gelê Kurd di çarçoveya dewlet de tê girtina dest. Herwiha Star da diyar kirin ku herçendî Herêma Kurdistanê li gorî parçeyên din yên Kurdistanê hîn zêdetir bûye xwediyê mafên xwe yên netewî lê di cih de maye û ne kariye bi temamî bigihije azadiya xwe. Di berdewama axaftina xwe de Star wiha got: "Dema ku mirov qala mafê çarenivîsa Kurd dike, divê destpêkê em behsa çawaniya çareseriya pirsgirêka Kurd bikîn. Herwisa xalek din ku mirov li ser raweste jî ewe ku Kurd çawa dikare xwe bixwe rêvebibe. "

Yekîtiya Kurd pêwîste
Star têkildarî Kongreya Netewî a Kurd û xweseriya demokratîk a li Rojava hatî îlankirin jî wiha got: "Ji bo ku gelê Kurd bi hev re bikare mafê çarenûsa xwe nîqaş bike divê destpêkê hevdu bipejîrînin. Eger em hev ne pejirînin wê hêzên dagirkerên welatên me çawa me bipejirînîn. Weke tê zanîn sedemê herî mezin yên pêknehatina Kongreya Netewî a Kurd helwesta PDK'ê bû. Bi heman şêweyî xweseriya demokratîk a li Rojava û hersê kantonên hatî avakirin jî ne pejirand. Wê demê mirov dikare ji PDK'ê bipirse eger tu ne pejirînî wê Sûriye çawa bikaribe Rojava bipejirîne."

Divê em biryara xwe bidin

Xwediyê Dezgaha Standar Mesûd Xalid jî da diyarkirin ku piştî derbazbûna dîrokek dirêj êdî dem hatiye ku gelê Kurd bixwe mafê çarenûsa xwe bixwe diyar bike. Xalid da zanîn ku, heta niha Rêveberiya Herêma Kurdistanê nekariye mafê çarenivîsa gelê xwe diyar bike û di vê derbarê de tu plan û projeyên wan tunene û wiha domand; "Me di gelek axaftin û niqaşan de ji Serokê Herêmê û Parlementoya Herêma Kurdistanê pirsiye, gelo xebat û hewildanên we yên ji bo çarenivîsa gelê Kurd hene yan ne, derket holê ku tuneye. Lewma me hewilda di vê konferansê de fikra hevbeş a têkildarî mafê çarenûsa gelê Kurd a xwe bixwe bêxîn nîqaş û rojevê de"

Fikra netewî divê

Serokê Yeketiya Parlementerên Kurdistanê Nîmet Abdullah jî balkêşand ser mafê çarenivîsa Kurdan û da zanîn ku pêwîste gelê Kurd ji bo çareseriya herçar parçeyên Kurdistanê xwedî heman fikir bin. Abdullah got, "di çarçoveya vê mijarê de divê gelê Kurd xwedî vîna xwe, desthilata xwe û azadiya xwe be û divê bêyî ku ciyewazî bêxîn parçeyên Kurdistanê divê em hemû ji bo vê yekê têbikoşîn."

DÎHA/HEWLÊR