Konferans bi beşdariya serokwezîra kantona Efrînê Hêvî Îbrahîm, Wezîrê Malbatên Şehîdan Ebdilhenan Şêxo û 700 delegeyên endamên Saziya Malbatên Şehîdan ên herêma Efrînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Bedran Çiya derbarê geşdanên li Rojavayê Kuristanê de axivî û da zanîn ku destkeftiyên şoreşê di encama berxwdan û fedakariyên şahîdan de pêk hatine. Çiya her wiha da zanîn ku kesên li xwîna şehîdan xwedî dernakevin mafên wan tune ku xwe wek nûnerên gelê Kurd bidin nas kirin.


Ew şoreş pêk anîn

Wezîrê Malbatên Şehîdan Ebdilhenan Şêxo jî di konferansê de axivî û soz da malbatên şehîdan ku keda zarokên wan dê vala neçe. Şêxo got ku wan li ser soza ku dane şahîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, rêveberiya xweser ava kirine û wek cara yekemîn di dîrokê de Desteya Malbatên Şehîdan jî ava kirine. Di konferansê de her wiha ji pêkhateya Ereb, bavê şehîd Ezîz ku di sala 1988`an de di nava refên Şoreşa Rizgariya Kurdistanê de jiyana xwe jidest daye jî axivî û dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re anî ziman. Bavê Şehîd Ezîz her wiha da zanîn ku gelê Kurd rastî gelek hewildanên tunekirinê hatiye lê Kurdan bi berxwedana xwe hemû hewildan têk birine.

Biryarên girîng hatin girtin

Piştî axaftinan peyamên pîrozbahiyê ku Komeleya Êzîdiyên Rojava û Sûriyê û Heyva Sor a Kurd li Efrînê hatibûn şandin, hatin xwendin. Piştî axaftinan rapora xebatên saziyê yên salekê hatin xwendin û ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin. Beşdarên konferansê her wiha rewşa rêxistinî ya saziyê nirxiandin û derbarê xebatê te pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Di dawiya konferansê de endama TEV-DEM’ê Rûken Ehmed axivî û da zanîn ku şehîd çavkaniya hêza têkoşîn û berxwedanê ne û pêwîste her kes li ser bîranîna şehîdan têkoşîna xwe bilind bike.

ANHA/EFRÎN