Dêrsim, di serî de xêrhatina hemû beşdervanên konferansê kir û bal kişand ser ked û xebata Ehmedê Xanî, M. Nûrî Dêrsimî, Mustefa Karasûngûr ên ku di pêşxistina zimanê Kurdî de xwedî ciheke girîng in. Di kesayeta Simko Serhildan ku di şerê li dijî artêşa Îranê de jiyana xwe ji dest da hemû şehîdên têkoşînê bi bîr anî. Dêrsim, di berdevama axaftinên xwe de bal kişand ser giringiya konferansê û da zanîn ku ev konferans dibin şert û mercên penaberiyê de hatiye lidarxistin û got; “Ji bo vê jî xwedî giringiyeke pir mezin e.” Dersim, di berdevama axaftina xwede wiha got: “Ev konferans ji bo awakirina jiyaneke azad wekhev û serbixwe roleke dîrokî dileyîze. Helbet em bi keda bi salan a Rêber Apo û bi xwîna hezaran şehîdan gihiştin van rojan.”
Dêrsim, da zanîn ku ev konferans ji hêla birdozî, zanistî û bi taybetî jî li hemberê vê pêvajoyê xwedîlêderketina şoreşê sekneke herî xurt û pêwîst e û wiha berdewam kir: “Demeke dirêj e li hemberî tevger û gelê me êrîşeke mezin tê meşandin. Herî dawî jî tecrîda li ser Rêberê me şidandin û 44 rojin destûr nadin parêzer bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bînin. Ev demeke dirêj e dagirkerên Kurdistanê şereke pir dijwar li dijî tevgera gelê Kurd dane despêkirin. Herî dawî jî bi êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê xwestin ku encam bigrin. Lê di Zapê de bin ketin, di êrêşên hewayî de jî dewleta Tirk dît ku vê tu encam bi dest naxe.”
'Roleke mezin dikeve ser milê mamosteyan'
Dersim, bal kişand ser sîstema Xweseriya demokratîk û îlankirina wê ya di vê demê de û got: “ Tevgera me Xweseriya Demokratîk îlan kir û da zanîn ku ji vir û şûn de wê gelê Kurd xwe bi rê ve bibe û xwe bi tevger bike. Armanca me Kurdistaneke wekhev û azad e. Ji bo wê jî divê herkes a dikeve ser milê xwe pêk bîne.” Dersim, bilêv kir ku rolê sereke jî yên mamosteyane û wiha domand: “Ji bo ku em sîstemeke xweser û azad awa bikin, pêwîstî bi şexsên azad heye. Ji bo ku em bikarin şexsên azad û pêşeng awa bikin jî erk û rolê herê girîng jî dikeve ser milê mamosteyan. Ji ber ku di dibistana dayîkê heya zanîngehê em wan zarokan perwerde dikin. Perwerdeya ku em bidin wan ji bo pêşxistina şexsên azad û civakeke azad xwedî girîngiyeke mezin e. Helbet di vir de rolê malbat jî ji bo avakirina civakeke azad girîng û pêwîst e. Civakên azad bi şexsiyetên azad tên avkirin”.
Dersim, herî dawî destnîşan kir ku pêdivî bi perspektîfa neteweya demokratîk û welateke demokratîk çavan bê afirandin heye. Tê payîn ku konfrerans 4 rojan dom bike.
DÎHA/MEXMÛR