Ji bo ji niha û şûnde jî hîn aktîftir Saziya Malbatên Şehîdan rola xwe bilîze nêrîn derketin holê. Gelek delegeyên ku mafê axaftinê wergirtin berpirsiyariyên xwe yên ji bo şehîdên xwe bi lêv kirin. Wek sazî di rojên pêş de divê çi bê kirin hat nirxandin. Axaftina girtinê ku ji aliyê Cemal Cizîrî ve hat kirin, Cizîrî behsa girîngî û wateya konferansê kir. Cizîrî di axaftina xwe de wiha got: “Berhemên pir pîroz ên hatine afirandin dikeve xizmeta gelê Kurd û mirovahiyê. Eger navenda vê şaristaniyê di vê demê de bûbe Kurdistan ev gelekî hêja ye. Em bi her tiştên xwe deyndarê şehîdên xwe ne. Eger îro di asteke herî bilind de têkoşîna me ber bi serketinê ve diçe ew bi saya şehîdên me ye. Divê em wek malbatên şehîdan û tevahî gelên Kurdistan li gorî daxwazên şehîdên xwe bijîn. ” Cizîrî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Konferansek wer ku bi naverokeke tijî û bi yekgirtineke bi hêz bi dawî bû, em di serî de li Rêber Apo, tevahiya şehîdên xwe yên azadiyê, li pêkhateya KCK’ê, li gelê Kurd û tevahiya mirovatiyê pîroz dikin.”
Konferans bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” , “Bê Serok Jiyana Nabe” bi dawî bû.
ANF/MEXMÛR