Seroka Daîreya Turîzm û Mîrateya Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nevîn Soyukaya axivî û got: “Em dixwazin asta dîrokî ya jinan a li ser xaka Mezopotamyayê û hatina wê ya îro vebêjin.”

Di 30’ê Cotmehê de têkildarî Muzeya Jinan a Mezopotamyayê, akademîsyen û xebatkarên jin ên muzeyê wê konferansekê pêk bînin. Nevîn Soyukaya li ser mijarê got, ew demeke dirêj  e ku jin di nav xebatan de ne û Muzeya Jinan a Mezopotamyayê wê ji muzeyên din gelekî cudatir be.

‘Wê bi Amedê sînordar nemîne’

Nevîn Soyukaya der barê muzeyê de wiha peyivî: “Hem di warê çandî û hem jî di warê erdnîgarî de cudahiyên me hene. Di esasê xwe de pirsigirêkên me heman in lê pirsgirêkên me yên cuda jî hene. Me di wê mijarê de ku em çawa vê çareser bikin, fikr girtin. Me got, em ê vê çawa bibin muzeyê û çawa cudabûnê pêk bînin. Li ser mijara, ka em xwe çawa birêxistin bikin, rê û rêbaz çi bin, me dan û standina fikr kir. Me muzeyên jinan nas kirin. Em li ser hevkariyekê axivîn. Me sozên piştgiriyê girtin. Me tecrûbeyên jinên Kurd û tecrûbeyên muzeyên li vir girtin, bi hev re parve kir. Em ê cudabûna muzevaniyê derxin holê. Ev çarçove wê bi Amedê sînordar nemîne.”

Li tevahiya Mezopotamyayê

Nevîn Soyukayayê di dewama axaftina xwe de diyar kir ku avakirina muzeyê wê bi herêmê sînordar nemîne û got, ger bi wir bi sînor bimîne, wê pirsgirêk li wir bên hepskirin. Nevîn Soyukayayê da zanîn ku wê berfirehiya wê bi tevahî Mezopotamyayê be.

Nevîn Soyukayayê di dawiya axaftina xwe de got, konferans wê di 30’ê Cotmehê de li Sumerparkê ya Amedê pêk bê. 


JINHA / STENBOL