
Li ser geşedan û pêkanînên di navbera Hewler û Bexdeyê de Serokê Yeketiya Parlementerên Kurdistanê Nîmet Abdullah axivî û pirsên me bersivandin.
Çima xala 140'emîn nayê bicihanîn yan jî nikarin bicihbînin?
Eger hikumeta Iraq dibêje ew herêmên dikevin çarçoveya xala 140'emîn de girêdayî Bexda ne û wê demê bila destpêkê li wan herêman (Kerkuk, Mûsil, Diyala û Seleheddîn) serjimêriyê çêbike ka wê kijan alî zêdetir be. Piştî ku serjimêrî di van herêman de çêkir bila referandûmekê çêbike. Di encama referandûmê de gelê wan herêmên ku dikevin ber xala 140'emîn, wê eşkere bibe ku ka dixwazin bikevin ser Hewlêr yan Bexda. Bes hikumeta Bexda ji referandûmek bi vî şêweyî pir ditirse û baş dizane ku gelê van herêman piranî ji Kurdan pêktê û ger tiştek wisa çêbibe wê aliyê Kurd qezenç bike. Di sepandina vê maddeyê de em dibêjîn her gelek wê ji çand, ziman, dîrok û hemû destkeftiyên xwe sûd werbigrin. hikumeta herêma Kurdistanê van mafane ji bo kêmneteweyên di nav Kurdan de jiyan dikin de nas dike. Lê li ser bi şertê li nav sinorên herêma Kurdistanê de be. hikumeta Bexda hertim politikaya wê ya bi Kurdan re li ser bingehê keyfê ye. Ji bo mînak pêwîste her meh maaşê karmend û xetakarên din bidin bes carna biqasî salekê nadin heta baş gel aciz dike. Piştre dibîne ku wê bibe sedemê nexweşiyên cuda tişta pêwîst bi neçarî pêktîne. Bes Iraq jî baş dizane pirsgirêka Kurdan ne pareye û pêwîstî bi pareyê wana nîne, tenê dixwaze wan herêmên mijara gotin bikevin ser Herêma Kurdistanê.
Hêza Operasyona Dîcle ku ev qas li ser tê axaftin çiye, çima Kurdan nerazîbûneke hevqasî tund da?
Di rastiya xwe de Fermandeya Dîcle (Hêza Operasyona Dîcle) tuneye. Ew leşkerên ku hikumeta navendî ya Êraqê weke leşkerên Hêza Operasyona Dicle dide naskirin; ew leşkerên ku li wan deveran erkê xwe dikin wekî hemû leşkerên din yên deverên Êraq’êne ku erkê ji wan re hatî dayîn pêktînin. Bes hikumeta Malîkî rastiya wan leşkeran berûvajî dike û ji ber nêzîkbûna hilbijartinan li dijî Kurdan weke Hêza Operasyona Dicle yan jî Fermandeya Dîcle dide naskirin. ku ji dewletên dagirker yên Kurdistanê re bide diyar kirin ku ez li gorî daxwazên we tevdigerim parastina we dikim û destor nadim ku ev herêmên xala 140'emîn bikevin li ser herêma Kurdistanê. Ev nêzikatiye bi destûrê re jî ne goncawe. Ji ber ku leşker bes erkê wan ewe ku sinorên welatê xwe biparêze û xaka welatê xwe ji êrîşên ji der ve biparêze. Her çendî ku hikumeta navendî vê yekê dizane jî, bes ev hêzê weke piştevaniya erebên nîjadperest û dewletên dijminên Kurdan damezrandiye û ji bo azadî û destkeftiyên Kurdan weke metirsiyek dide nîkakirin. Dibe ku hemû alî bizanin ku li deverên Dûzxurmato, Kerkuk ê deverên din şêniya Kurdan ji ya hemû gelên din bêhtire lê eger Bexda vê rastiyê ne pejirine bila kerem bike referandûmekê di nav van herêman de pêkbîne. Erênî yan nerênî em aliyê Kurd wê encama vê referandûmê bipejirînîn. Bikurtî Hêza Operasyona Dîcle ji bo ku hikumeta Bexda xala 140'emîn ne sepîne hatiye damezrandin. Rastiya derketina vê hêzê eve.
Di serî de aloziya di navbera Bexda û Hewlêr de bi giştî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan rê û rêbaza çareseriyê çi ye?
Wek Yeketiya Parlementerên Kurdistan piştî derkeftina Hêza Operasyona Dîcle, şoreşa li rojava, serhildanên bakur û rojhilatê Kurdistanê me projeyek amade kiriye û di vê projeyê de em dixwazîn ku nexşe rêyek netewî pêşbixîn. Em hemû bi hev re xebatê li ser vê nexşe riyê bikîn û sûd jê bigrîn. Bes rêveberên Kurdan bi serê xwe bêy ku fikra derdorên rewşenbîr û mirovên zana bigrin plan û projeyan çêdikin. Ev dibe mijara rexneyê. Divê fikra van jî were girtin da ku bikare xwe tevlî xebatê jî bikin. Ji bo vê me wek Yeketiya Parlementerên Kurdistanê pêşniyara xwe ya ku ‘divê hemû saziyên siyasî û civakî, kesayetên rewşenbîr û akademîsyen herwiha hemû alî di van biryaran de xwedî îrade bin da ku bikarin tevlî xebatên di berjewendiyên gelê xwe de bibin’ şandiye saziyên siyasî û desgahên çapemeniyê. Me di van pêşniyaran de xwestiye ku konferansek ya netewî ya her çar parçên Kurdistan bitaybet ya gelê başûrê Kurdistanê pêkwere. Eger em pirsgirêkên xwe bi hev re nîqaş nekîn û negihin encamek rûn û eşkere, em nikarin ji bo xwe pêşerojek mîsoger diyar bikîn. ji bo wê dibêjin eger di vê pêvajoyê de Kurd nekarin konferansa netewî çêbikin bila konferansa gelê Kurdê başûrê Kurdistanê pêkpê û di vê konferansê de li ser dahato û qedera xwe biryarên stratejîk bigrin û li ser van biryaran bi dewletên ji derve û dewletên cîran re li ser bingehê aborî, siyasî, çandî û hemû mijarên din de têkilî werin çêkirin. Pêwîste em Kurd heta neçar nebîn serî li riyên tund û tijîyê nedîn û hewl bidîn birêya diyalog û rêyên aştiyane pirsgirêkên xwe li gel aliyên himber çareser bikîn. Bivê yekê wê referandûm û guhertinên erênî li sîstema hikumeta başûrê Kurdistanê werin çêkirin û wê bi vî awayî xwe ji hemû pirsgirêkên heyî paqij bike. hikumeta herêmê, partî û saziyên maxalîf û hemû kesayet didin diyar kirin ku pêwîste di aliyê demokratîkbûyîna herêmê de guhertinên ciddî werin çêkirin.
‘Divê Neteweyên Yekbûyî bikeve dewrê’
Bi kurtî divê mijarê de em herdû alî dizanîn ku şerek ciddî di navbera me de dernakeve lê hebûna Hêza Operasyona Dicle dibe sedem ku di aliyê psîkolojî de hertim ne rehetiyek û acizbûnek li ser gelê Kurd hebe. ji bo vê jî me di nexşerê ya xwe de xwestiye ku hikumeta herêma Kurdistan ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz bike ku ji bo ewlehiya Kurdan û çareserkirina vê pirsgirêkê leşkerên xwe bine li van herêman bicihbike. Bihatina Neteweyên Yekbûyî re ev pirsgirêke dibe pirsgirêka navnetewî û mutleqa wê rêyek ya çareseriyê jêre were ditin. Di vê derê de tişta dikeve li ser milê Kurdan bi sebir nêzîkbûne. Ji ber ku Neteweyên Yekbûyî bi sebir karê xwe dike. Dibe ku ev daxwaze bi salan dirêj bike lê ya giring ewe em dûr û dirêj bifikirin. Bila şer di navbera herdû aliyan de dernekeve Neteweyên Yekbûyî ger demdirêj jî ji bo çareseriya pirsgirêkê di nav hewildanan de be baştire ji şerê her dû aliyan. Bihatina vê leşkerên NY’ê re hemû mafên me wê bikevin bin ewlehiya destûrî de û emê sûd jê wergirin. Herwiha hebûna vê hêzê li Kurdistan dibe ku bibe sedem dewleta Kurdî jî ava bibe. Bes ya girîng ewe di vê pêvajoya mijara gotinê de em ne behsa îlankirina dewleta Kurdan bikin, behsa nexşe rêya damezrandina dewleta Kurdî bikîn. Biqasî ku mercên diyalogê hebin pêwîste Kurd serî li şer nedin û Kurdên her parçeyekê li gel dewleta ku ew dagirkiriye bikeve nava hewildanên çareseriya bi rêya diyalogê û rêyên aştiyane.
Di cehwerê vê xalê de tişta ku derdikeve pêş ewe ku tenê rêya çareseriyê ne bi şer û tund û tîjiyê ye, rêya bi diyalogê jî heye mînaka vê jî welatên Îskandinavya ne ku bi rêya diyalogê ji bin dagirkeriya dewletên dagirker rizgar bûn û bûn dewlet. Dîsa serî li dadgehên navnetewî dayîn jî yek ji rêyên çareserkirina pirsgirêkên netewîne. ji bo vê jî ev firsende di destê me de heye ku gelê Kurd li hember her cûre tund û tîjî hatiye, komkujî û enfal li ser hatine kirin, ji warên wan hatine derxistin, gund û malên wan hatine wêran kirin ji bo vê jî tişta tê xwestin ewe ku em ji Neteweyên Yekbûyî bixwazîn çareseriyek ji bo me dayne û yek ji van riyên çareseriyê jî cudabûne û bûna dewletek serbixweye.
Yanî hûn alîgirê derxistina pêş a serxwebûnê ne?
Gelek car tê gotin ku Kurdên başûr serbixwetiyê dixwazin. Lê ez dibêjim ev tiştek xweşe bes mixabin tenê çapemenî behsa vê yekê dike. Di rastiyê de rêveberên Kurdan dema bi aliyên muxatab re hevdîtinên siyasî çêdikin bi awayek fermî daxwaza serbixwetiyê jê nakin. Bes bi aweyek ne fermî tê nîqaşkirin û ev jî dibe sedem ku ev daxwaz û sekna Kurdan ciddî neyê girtin. Bi kurtî pêwîste rêveberiya herêma Kurdistanê li cihên goncaw vê bi awayek fermî vê daxwaza xwe pêşkeş bikin û ji hêzên dagirker û dijminan ne tirsin.
Di dawiyê de ez dibêjim tişta herî girîng ewe ku Kurd yek be û yeketiya xwe saz bike û bibe hêzêk yek deng. Da ku bikare pêşerojek mîsoger ji bo xwe saz bike. Vê yeketiya Kurdan ya ku ez dibêjim hem ji bo Kurdên rojava, rojhilat û bakurê Kurdistanê hem jî ji bo başûr dibêjim. Destpêkê di nav xwe de piştre jî her çar parçe bi hev re xwe bikin yek deng, yek dil û yek biryar.
WEHBÎ DEMÎR / DÎHA/HEWLER