Kamara Lordan a li paytexta Meliktiya Yekbûyî Londonê, ji konferanseke bi mijara ‘piştevaniya gelê Kurd û azadî ji Ocalan re’ mêvandarî kir.
Konferansa li Kamara Lordan bi sernavê “Çareseriya krîza Rojhilata Navîn: Nêrînên Abdullah Ocalan” pêk hat.
Lordê ji Partiya Karker, Maurice Glasman malovaniyê ji konferansê re dike. Konferans bi piştgiriya sendîkayên xwedî milyonan endam û Navenda Gelê Kurd a Brîtanyayê pêk hat.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, Alîkarê Hevserokên HDP’ê Hişyar Ozsoy, Hevserokê KNK’ê Rebwar Raşîd jî weke qiseker beşdarî konferansê bûn.
Konferansê heta saet 17´an dewam kir. Dewleta Tirk jî destevala nebû, ji bo pêşî li konferansê bigire, gelekî hewl da. Lê konferans doh serketî bi rê ve çû. Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal û Besîme Başar beriya konferansê daxuyaniyek dabûn û diyar kiribûn ku konferans wê bibe ‘konferanseke dîrokî’.
LONDON