Konferans wê li Eywana Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk bê. Ji bo diyarkirina bernameya konferansê bi beşdariya rêveberên Weqfa Mezopotamyayê û SAMER'ê li avahiya weqfê civîna çapemeniyê hate lidarxistin.

Daxûyanî bi kurdî û tirkî hate xwendin. Endamê Sazûmankarê Weqfê Mehmet Emîn Aktar bi kurdî daxûyanî xwend. Aktar, diyar kir ku kurdên ku di destpêka sedsala 20'emîn de li derveyê dîrok û peymanan hatin hiştin, niha 15 salên sedasala 21'emîn li dû xwe dihêlin û li welatê xwe û li herêma Rojhilata Navîn xwedî roleke girîng in, bandora xwe li dîrokê dikin û êdî muxatab in. Aktar, da zanîn ku kurd ji hêlekê ve ji bo avakirina sibêroja xwe û ji hêlekê ve ji bo ku bi gelên herêmê re têkiliyeke rast û baş ava bikin têdikoşin û xwedî hêzeke bi bandor in.
Aktar, anî ziman ku kurdên ku ji aliyê desthiladaran ve rastî neheqî û zordestiyê hatin û li derveyê dîrok û peymanan man, niha li Rojhilata Navîn ji bo avakirina aştî û demokrasiyê hêza herî kartêker in. Aktar wiha domand: "Kurd niha xwedî şansekî wisa ne ku dikarin rê li ber şer, tevlîhevî û pêvçûnan bigirin. Û ji bo Rojhilata Navîn bibin mînaka demokrasiyê û mafên xwe yên ku hatine binpêkirin bi dest bixin."  Aktar, der barê beşdarvanan de jî, wiha got: "Serokê Lîjneya Rêveber a Weqfa Mozopotamyayê A. Selçuk Mizrakli, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kışanak, Firat Anli, weke mêvanê rûmetê Hatîp Dîcle, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, her wiha Hevserokê PYD'ê Salîh Muslim bi riya vîdeoyê tevlî konferansê bibe."

DIHA/AMED