Destpêkê ji bo birêvebirina xebatên konfransê 5 kes weke dîwan hatin hilbijartin.
Piştre Konfransê bi axaftina Endama Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê, Foza Yûsiv destpê kir.
Piştî xwendina raporên xebatê, beşdaran ev xebat nirxandin. Di nava axavtinan de hat gotin, YRD`ê li Rojavayê Kurdistanê çandeke rojnamevaniyê daye rûniştandin û xebatên girîng dane meşandin.
Bingehê hemû xebatan azadiya Ocalan e
Di konferansê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryarên girîng hatin dayîn. Hin ji van biryaran ev in:* Li ser jiyana Şehîdan û têkoşîna wan weşaneke taybet were kirin.
* Peydekirina Nûçegîhanan li herêmên rizgarkirî û firehkirina rêxistina xwe li herêma Rojhilatanavîn.
* Rûniştandina Sîstema Akademiyê. Ji bo perwerdekirinê, pirtûkxane avakirin, broşûr amadekirin û beşên taybet vekirin.”
Di dawiyê de konferans diyarî ruhê cangoriyên çapemeniyê Mustefa Mihemed Şukrî, Arîn Cûdî, Wîdad Alî, Agir, Keder, Mezlûm Bagok û Agirî Yilmaz hate kirin û Şehîd Ciwan ê ku bi rojnamevanê televizyona Ronahî Mustefa Mihemed şehîd bû Şehîdê rûmetê yê raghandinê hate îlankirin.
AMÛDÊ