
Koma Jinên Bilind (KJB) û Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK) biryara boykotkirina konferansa Neteweyî girtin.
Konseya Rêveber a KJB’ê bertek nîşanî bêrêziya amadekariyê da. KJB bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku divê 2’yemîn konferansa Neteweyî ya Jinan bi nêzîkatiyeke nû û rast ji nû ve bigirin dest û xwest divê rêxistinên jinan wekhev bê temsilkirin. KJB bi 6 xalan daxwazên xwe rêz kir û wiha got: “Em xebateke bi vî rengî ku dê ji bo yekitiya jinan û gelê me xira bike napejirînin û beşdar nabin.”
Daxuyaniya KJB’ê wiha ye: “Em her tim wek tevgera jinên azad ji bo yekitiya gelê xwe xebitîn û dixebitin. Wek KJB di 2007’an de di komxebata 3’yemîn de ji çarperçeyan jin kirin yek û biryara konferansekê da. Di 2010’an de li Ewropa û li Tirkiyeyê jin xwedî li vê biryarê derketin û gav avêtin. Banga KJB’ê li Amedê di 2010’an de ket pratîkê û 1’emîn Konferansa Neteweyî ya Jinan hat lidarxistin. Ev konferans serkeftî bû. Di konferansê de birayara konferansa 2’yemîn hat girtin. Li gorî vê dê konferans li Hewlêrê pêk bihata. Komiteyek ji bo xebatan hat avakirin. Dê konferansa 2’yemîn di 2011’an de pêk bihata lê ji ber hincetên nûnerên Başûr her tim hat taloqkirin. Me wek hewldanên xwe domandin. Endamên PDK û YNK’ê ku di vê pêvajoyê de amadekariyan didan taloqkirin di meha adarê de bêyî agahiya komiteyê xwe bi xwe dest bi xebatan kirin û xwestin konferansê pêk bînin Bêyî me bi awayekî antidemokratik.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Konferansa ku dihat gotin dê hemû nûnerên saziyan jinan beşdar bibin veguherî nenaskirina vÎna hin derdoran. KJB vê projeyê da dest pê kriin lê em j îli devreyî hatin hiştin. Ligel ji derve hiştina KJB’ê di kotaya delegeyan de jî bêhiqûqî hat kirin. Ligel hewldanên me ev nêzikatiya bêsamîmî domiya. Ji ber vê hat dîtin ku ji bo azadiya jinên Kurd û yekitiya Kurdistanê xizmetê nake. Hatiye rewşa ji bo berjewendiyên hin derdoran.Em vê xebatê qebûl nakin.”
YJRK jî boykot dik e
Piştî KJB’ê konferansa jinên Kurd a li Hewlêrê boykot kir, biryareke boykotkirina 2. Konferansa Netewî ya Jinên Kurd ku wê li Hewlêrê were lidarxistin jî ji Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê YJRK hat. YJRK jî ku rêbaza xebatên amadekarina konferansê rexne kir, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ewê jî beşdarî konferansê nebin.
YJRK ku bi sernavê "netewîbûna jinan tê wateya netewîbûna gelê Kurd" daxuyaniyek nivîskî da, anî ziman ku gelê Kurd û bi taybetî jin, di pêvajoyek gelek hestiyar û dîrokî re derbas dibin. YJRK destnîşan dike ku di qonaxek weha de ji hemû beşên civakê zêdetir jin ku di bin zextîn giran de ne, bi erkên girîng re rûbirû ne.
Di vê derbarê de YJRK anî ziman jî ku divê hemû hêz û aliyên siyasî bi fermî werin naskirin û mafê wan yên beşdariyê hebe. Nekû konferans bibe cihê kombûna hin hêzên siyasî yên aliyekî û ev hat gotin: "Nêzîkatiya li ser hemû jinan tê ferzkirin, zihniyeta neteweperestiya paşmayî, herêmparêzî û eşîrtiye, ku xizmeta neteweyîbûnê nake û dikeve xizmeta sîstema dagirkeran."
YJRK her weha eşkere kir ku rêxistinên PYD, PÇDK, PJAK, Goran, Partiya Serbixwe ya Kurdistanê, YJRK, Rêxistinên Jinan yên ji Ewropa, Tevgera Jinan a li Bakurê Kurdistanê DOKH û KJB ku xwediyê projê ye bi fermî nehatine naskirin.
YJRK destnîşan kir ku Amerîka û Tirkiye dixwazin vê konferansê li pêşiya gelê Kurd wekî kemînekê bikarbînin û ragihand ku ewê wekî YJRK beşdarî vê konferansê nebin.
ANF/ BEHDÎNAN
‘Hevkariyên qirêj tên meşandin’
Endama kordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) Zaxo Zagros der barê Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd ku tê zanîn dê di demek nêz de çêbibe nêrînên xwe anîn ziman. Zagros diyar kir ku pêdiviya demê ya jinên Kurd bi mekanîzmayek, an bi rêxistinek hevbeş heye.
Zagros balkişand ser rola jinê ya di Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd de û wiha axivî: “Wekî ku tê nîqaşkirin jî, di herêma ku Kurd lê dijîn de gelek guhertinên mezin hene. Ji bo di nav van pêşketinan de gelê Kurd weke sedsala 20’an bê statuya siyasî nemine û di nexşeya pêşerojê de cih bigire, wekî Kurd xwe gihandina stratejiyek hevbeş, taktîkên, rêxistinên neteweyî yên hevbeş xwedî girîngiyeke mezin e. Di roja me ya îro de jî, her çiqas em bibêjin potansiyel û derfetên azadiya Kurdan heye, lê gelek xetere jî hene. Ji ber ku ev hêzên herêmî, dewletên dagirker herkes ji aliyê xwe ve ji bo Kurd nebin xwediyê statuyek siyasî di nav îtîfaqên qirej û gemar de ne. Divê ku mirov di vê zanebûnê de be ku, têkçûna yek perçeyî, tê wateya têkçûna perçeyên dine jî.”
Pêşengiya Kurdan
Zagros diyar kir ku wekî Koma Jînên Bilind bi salane ji bo yekitiyê têdikoşin. Zagros destnîşan kir ku ji avakirinê heta niha armanca wan a herî bingehîn jî avakirina Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd saz kirin e û wiha pê de çû: “Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku, jînên Kurd giheştiye hêz û asta ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd pêşengtî bike. Di wê hêzê de ye ku ev perçebûyîna di Kurdisanê de di mejî, rih û ziman de heye ji holê rake û yekitiyeke li ser bingehê berjewendiyê Kurdan biparêze.”
Nêzîkatiyeke rast...
Zagros diyar kir ku KJB dixwaze pêşengtiya sazkirina yekitiya neteweyî bigire ser xwe, vê wekî berspirsyartiya xwe ya bingehîn dibîne û wiha got: “Em dixwazin viya bi awayek aşkere bêjin; ger konferansek jinên Kurd a neteweyî çêbibe ger ku KJB bi nasnameya xwe, bi hebûna xwe beşdar nebe, ew konferans nikare yekitiya neteweyî ava bike. KJB tevgereke ku bi dehan sale ku xwe di Kurdistanê de birêxistiye, bi milyonan endamên xwe yên jinên yê birêxistinkirî heye. Jixwe pêkanîna konferansê jî nêz dibe, ger KJB bi rengek fermî, bi nasnameya xwe beşdarî vê konferansê nebe, emê vê ji aliyê xwe de bi awayeke berfereh dest bigirin û em dê demê nêzikatiyên xwe yê ji konferansê re bi rengek zelal bidin nîşandan. Ji bo dê em niha vê dibêjin; heviya me ew e ku komîteya amadeker, civinê ku çêkirine de, nîqaşên ku pêşxistine de, ev rastiya Tevgera Azadiya Jinên Kurd KJB’ê dabin berçavan û nêzikatiya pêwist, li gor nirxên ku KJB’ê avakiri ye, li gorî mirasê ku temsil dike, li gor dê nezîkatiyek rast çêbibe.”
Zagros wiha got: “Em dizanîn ku heta niha pergala deshilatdariya mêr, jin bê ziman kiriye, her di der barê jinê de biryar girtiye, li şûna jinê axiviye, xwe xistine çav û guhê jinê. Ji bo vê ev pîvaneke azadixwaz nîn e. Ji bo wê jî jinên Kurd di vê astê de ne ku, hem pirsgirêkên netewa Kurd, hem pirsgirêkên azadiya jinên Kurd, hem ji bo pêşerojê plansazî û bernameyek rast çêbikin. Tevlibûna mêr a konferansê dê siya mêr li ser çêbike, ji bo jinên Kurd encameke pêwist dernaxîne. Nêzîkatiya me ew ku, ji bo siya mêr bi tu awayî li ser konferansê çênebe, ne di despêkê de, ne di nav nîqaşan de û ne jî di dawiyê de mêr beşdar nebin.” Zagros da zanîn ku weke destpêk Konferansa Amedê gaveke girîng bû lê ev konferansa niha bê çêkirin wek gava 2’yem e, lewma divê hîn bihêztir be.
NALÎN DÎCLE-ANF/ BEHDÎNAN