
HEVİDAR JİN SÜRER / BIELEFELD
Konferansa Navneteweyî ya Jinên Êzîdî bi navê Êrîşên qirker li dijî Jinên Êzîdî û rêyên berxwedana li hemberî qirkirinê" dawiya hefteya bihurî li bajarê Elmanyayê Bielefeldê bi rê ve çû. Beşdariya gelek akademisyen, raportor, nûnerên saziyên jinan û nûnerên saziyên jin ên li Şengalê tevî ku gelekî girîng bû, ya ku bi rastî mohra xwe li konferansê da, ew rastî bû ku bi gotinên şahid û mexdûrên qirkirina Şengalê bi gewde dibû: bi hovîtiyeke mirov nikare texeyul bike ev qirkirin bi rê ve çûbû û hîna dewam dikir, hîna mirovên êsîr hebûn û hîna êrîşên qirkirinê dewam dikirin.
Terîfa qirkirinê û qirkirina jinan
Girîngiya konferansê di warê diyarkirina terîfeke nû ji bo qirkirinê de jî hebû ku bi axaftina Patricia Sellers a di rûniştina destpêkê de bala beşdaran kişand ser xwe. Ez li vir dixwazim behsa gotara wê bikim û girîngiya gotara wê ji bo taqîbeke muhtemel a sûcdarên qirkirinê li dadgehên ceza yên navneteweyî bikim.
Patricia Sellers endama Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ye, û mijara wê ya sereke jî taqîba hiqûqî ya navneteweyî ye li dijî sûcdarên şideta cinsî di dema şeran de. Ew di dadgehkirinên ceza ên navneteweyî yên Yugoslavya berê û Ruandayê de jî weke şêwirmend û parêzer amade bû.
Qirkirin sûcekî niyetê ye
Sellers îşaret bi wê yekê kir ku li gorî terîfa qirkirinê ya xwe dispêre Peymana li ser Qirkirinan a Neteweyên Yekbûyî, qirkirina jinan weke beşek ji qirkirina giştî tê qebûlkirin, lê mesele li vir ew e ku divê qirkirineke giştî hebe û qirkirina jinan jî di nava wê de beşek be. Sellers pirsgirêka terîfa qirkirinê bi vî rengî raxist ber çavan û di warê navneteweyî de îşaret bi xisletên pêvajoyên qebûlkirina qirkirinan kir. Wê bi îhtîmam îşaret pê kir ku qirkirin beriya her tiştî sûcekî niyetê ye, ango eger komek niyet bike komeke din bi temamî tine bike û li vê yekê zend û bendan vemalê, hingê ev dibe sûcê qikirinê. Piştî vê jî wê bal kişand ser awayên pêkanîna vê niyetê ku bi rengê herî besît bi kuştina endamên komeke diyar dest pê dike. Lê belê tinekirina çanda komekê jî wê komê tine dike, tinekirina zimanê wê jî di kare rê li ber vê vekiribe, yan jî dema jin û mêrên civakekê ji hev tên qut kirin, hingê mirov xwenûkirina civakê radiwestîne û ev jî rê li ber heman encamê vedike. Êsîrkirin, kolekirin, milkkirina cinsî û wekî din jî dikevin ber heman terîfê.
Tesîra qirkirinê bi nifşan dewam dike
Hiqûqzana navneteweyî Patricia Sellers wekî din îşaret bi wê yekê kir ku tişta ji bo terîfa li gorî hiqûqa navneteweyî girîng ew e ku hewldana/niyeta tinekirina komekê bi ser neketibe jî, heger tesîrên mayînde yên xirab û giran ên manewî û madî li ser endamên komekê kiribin, hingê di lîteratura hiuqûqa navneteweyî de behsa qirkirinê tê kirin. Sellers îşaret bi kokên xwe kir û got, "Ez ji Efrîkiyên li Emerîkayê me, beriya min bi 5 nifşan, pêşiyên min kole bûn. Ew rastî kirinên qirrker hatibûn û îro ez hîna di bin tesîra wan de me. Bi rengekî, barê wan li min e û rê didin ber min û biryarên min. Divê em ji bîr nekin ku sûcê qirkirinê li cihekî û li heyamekê asê namîne û demeke dirêj tesîra xwe li aliyê mexdûr dike."
Weke roja têkoşîna li dijî qirkirina jinan 3´yê Tebaxê
Ji vê û bi şûn ve Sellers behsa hin sûcdaran kir ku beşdarî vî gunehê qirkirinê bûne, û wiha pê de çû, "Ya girîng ew e ka ev sûcdar wê weke qirrker werin dadgehkirin yan di peywendeke berfirehtir ya terorê de ew e werin darizandin?" Lewma hem li Başûrê Kurdistanê, hem li Iraqê û hem jî li hin welatên din endamên DAIŞ´ê yên beşdarî vî gunehî bûyî, girtî ne, û meyl ew e ku ew di peywendeke dadgehkirina ji ber terorîzmê werin darizandin.
Dema ku mirov bîne bîra xwe ku di konferansê de ji bo şopandina biryar û pêşniyazan du komên xebatê hatin avakirin û ji van koman a pêşî tenê bi danqebûlkirina bi awayekî fermî ya qirkirina li dijî Êzîdiyan mijûl e, mirov çêtir bi giringiya vê gotarê dihise. Jixwe, yek ji biryarên encama konferansê jî heman tişt e. Ji bilî vê di vê peywendê de em bi bîr bixin ku konferansê daxwaz kir ku 3´yê Tebaxê wekî roja têkoşîna li dijî qirkirina jinan were qebûl kirin û li gorî wê jî ev roj were bibîranîn.
Biryara têkoşîna hevpar
Di Konferansa Jinên Êzidî ya Navneteweyî de biryar hat dayîn ku ji bo naskirina fermî ya qirkirina Şengalê, darizandina berpirsyaran û azadkirina jinan ji destê DAIŞ'ê, têkoşîneke hevpar bê meşandin.
Di beşa dawî ya konferansê de pêr biryar hatin xwendin û li ser navê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî Fîkriye Ana axaftina dawiyê kir. Di encama konferansê de 2 komên xebatê hatin avakirin. Koma destpêkê wê projeyan ji bo jinên Êzidî û Şengalê amade bike, ya duyemîn jî wê ji bo naskirina qirkirinê, qirkirina jinan û darizandina berpirsyaran li qada navneteweyî bixebite.
Biryarên Konferansê jî wiha ne:
* Hewl bê dayîn ku komkujî û koçberiya Êzîdiyên li Şengalê pê re rûbirû man, li qada navneteweyî bi rengekî fermî weke qirkirinê bê naskirin.
* Ji bo ronîkirina qirkirina di 3'ê Tebaxê de dest pê kirî, tespîtkirin û darizandina berpirsiyaran û di serî de Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî yên peywendîdar bi erka xwe rabin, hewl bidin.
* Ji bo kes û hêzên di qirkirina Şengalê de cih girtî û berpirsyar in, werin darizandin, bi pêşengiya jinan kampanyayeke navneteweyî were destpêkirin û ji bo vê jî koordînasyonek were avakirin.
* 3'ê Tebaxê roja destpêkirina êrîşa DAIŞ'ê li Şengalê weke Roja Têkoşîna Navneteweyî a li dijî Qirkirina Jinê bê qebûlkirin û her sal bi vê armancê çalakî werin lidarxistin.
* Ji bo 3 hezar jin, keç û zarokên Êzidî yên di destê DAIŞ'ê de bên rizgarkirin, têkoşîn bê kirin.
* Bi bîr û baweriya 'bi xweparastinê civak dikare xwe ji qirkirinên nû biparêze' Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) weke hêza xweparastinê ya rewa ya Jinên Êzidî bê naskirin.
* Ji bo gelê Şengalê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike, Şengal bibe xwedî statuya herêma xweser a demokratîk û pîvana rêveberiya xwecihî di çarçoveya demokrasiyê de bi cih bê anîn.
* Derfet bên dayîn ku civaka Êzidî li ser axa xwe ya li Şengalê bijî û ji bo vê jî desteka pêwîst bê dayîn ku Şengal ji nû ve were avakirin.
* Banga vegerê li Êzidiyên dema qirkirinê û piştî wê neçar Şengal bi cih hiştî, bê kirin.
* Ji bo çareserkirina pirsgirêkên psîkolojîk, civakî, aborî û tenduristiyê yên ji ber şer û komkujiyê rû dayî, piştgirtina gelê Şengalê.
*Bang li Neteweyên Yekbûyî were kirin, ku ji bo Şengalê biryara parastinê bide. Her wiha bang lê were kirin ku ji bo ewlekirina mafê diyarkirina çarenûsa xwe, vîna xwe ya siyasî û mafê xweparastinê, bikeve dewrê.
* Saziyên peywendîdar ên neteweyî û navneteweyî, çekên dane PDK'ê bişopînin û danekirina bikaranîna van çekan li derveyî armanca xwe, bê ferzkirin. Di vî warî de bi taybetî Elmanya bê hişyarkirin.
* Hêzên navneteweyî heyeteke serbixwe bişînin Şengalê, aloziya di 3'ê Adarê de rû dayî lê bikolin û ji bo êrîşên nû rû nedin, tedbîran bigirin.
* Bang bê kirin, ku li herêma Nînovayê, ji bo parastina çand û baweriya gelên Asûrî, Suryanî, Kakayî, Tirkmen, Şîa, Şebek û Ereb, xelekeke parastinê ya navneteweyî bê avakirin.