
10. civîna Civata Giştî ya KONGRA GEL bi beşdariya 161 delegeyan di 1’ê Tebaxê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kir û civîn çar rojan dewam kir. Civîn li dû deqeyeke rêzgirtinê, bi axaftina Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros destpê kir. Zagros Civata Giştî silav kir û got, “Ez hemû delegeyên ku tevî hemû zor û zehmetiyan xwe gihandine vê derê û tevlî kongreyê bûne silav dikim. Bi taybetî delegeyên ji diyarê şehîdan Kobanê, ji Laleş a pîroz, ji warê Bêrîvan û Berxwedana Şengalê hatine û hemû delegeyên ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat hatine silav dikim. Beriya her tiştî, li ser navê 10. Civata Giştî ya KONGRA GEL, em ji çiyayên azad, Rêberê Konfederalîzma Demokratîk Rêber Apo silav dikin û kongreya xwe diyarî Rêber Apo dikin. Em hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin.”
Zagros bal kişand ser Pêngava Rizgarkirina Minbicê, ku kêm maye bi ser bikeve û got, “Di şexsê Ebû Leyla de em vê pêngava pîroz silav dikin.”
Bi çar zimanan sond
Li dû axaftina destpêkê, delegeyan bi zimanên Kurdî, Erebî, Farsî û Tirkî sond xwarin. Piştre hemû pêkhateyên KONGRA GEL raporên xwe pêşkêşî civata giştî kirin. Dûre rewşa siyasî hat nrixandin. Nîqaşên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mora xwe li hemû rojevên civata giştî xistin. Tenduristî, ewlekarî û azadiya Ocalan bûn mijara sereke ya kongreyê.
Di nirxandinên li civata giştî de bal hat kişandin ser destwerdana li Rojhilata Navîn û hat destnîşankirin, ku ev destwerdan di sala 1998’an de bi komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re destpê kiriye. Li ser vê yekê jî hat gotin, ku armanca bingehîn a komployê tesfiyekirina Ocalan û tevgera azadiyê bû û ev nirxandin hatin kirin: “Di heman demê de xwestin li Tirkiyeyê şerê etnîkî, li nava welatên din ên herêmê jî şerê mezhebî derxînin. Bi vî rengî hêzên navneteweyî li ser bingeha berjewendiyên sermayeyê xwestin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Lê komplo li gorî plana wan nemeşiya. Rêbertî ev komplo pûç kir. Bi têkoşîna xwe ve li Rojhilata Navîn rê li be rewşeke nû vekir. Lewma ev hêzên komploker neçar man stratejiya xwe biguherînin.”
Rewşa Tirkiyeyê encam berxwedana 30 salî ye
Di nirxandinên li civata giştî de, têkildarî kaosa li Tirkiyeyê hat gotin, “Nakokî û şerê heyî yê navxweyî yê li Tirkiyeyê, her wiha şerê desthilatdariyê ji ber 2 sedeman rû dane. Ya yekemîn; encama 3. Şerê Cîhanê ye, ku 25 sal in diqewime. Sedema duyemîn jî; têkoşîna me ya azadiyê ye ku 43 sal in bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin. Bûyer û qewimînên li Tirkiyeyê, encama şerê şoreşgerî yê zêdeyî 30 salan e. Divê em zanibin, ku têkoşîna me rê li ber rewşeke bi vî rengî ya şer û nakokiyan vekiriye.”
Qurbaniyên Şengalê bibîr anîn
Di kongreyê de her wiha bandora şerê li Rojhilata Navîn li qada navneteweyî jî bi berfirehî hat nirxandin. Di roja sêyemîn a kongreyê de, bi wesîleya salvegera Komkujiya Şengalê, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Endamê Partiya Azadî û Demokrasîyê ya Êzîdiyan (PADÊ) Hecî Hesen li vê bîranînê axivî.
Hevserokên nû hatin hilbijartin
Ji bo Hevserokatiya KONGRA GEL careke din Hacer Zagros û Remzî Kartal hatin hilbijartin.
Di heman demê de 34 endamên Konseya Rêveber a KCK’ê hatin hilbijartin ku nîvê wan jin in. Ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî Cemîl Bayik û Besê Hozat ji nû ve hatin hilbijartin.
Bayik: Dem dema pratîkê ye
Kongreyê 4 rojan dewam kir û axaftina dawî jî ji aliyê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ve hat kirin. Bayik di destpêka axaftina xwe de spasiya civata giştî kir û got, “Beriya ku dest bi axaftina xwe bikim, ez spasiya 10. Civata Giştî ya KONGRA GEL dikim ku wezîfeya hevserokatiyê careke din daye me. Ji hevalên ji bilî me hatine hilbijartin jî serketinê dixwazim. Komcivîna me bi rengekî serketî qediya. Di kongreyê de, bi hemû hevalan re zelalî û biryardariyek hebû. Ev yek jî bû sedem ku civata giştî bi awayekî serketî biqede. Ez kongreya 10. diyarî şehîdên Şengalê, şehîdên Rojava û hemû hevalên di têkoşîna xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê şehîd ketine, dikim.”
Bayik destnîşan kir ku di kongreyê de nîqaşên girîng hatin kirin û weke vîna hevpar hin biryar hatin standin. Bayik têkildarî biryarên hatine standin wiha axaftina xwe qedand: “Li ser bingeha van biryaran, zelalî û biryardarî derketiye holê. Axaftin êdî qediyan, nirxandin qediyan û divê em biryarên kongreyê bixin meriyetê. Dem ne dema axaftinê ye, dema pratîkê ye. Bi pratîka me, wê encam derkevin holê. Eger civata me ya giştî bi rengekî serketî qediya be, di vir de keda Rêbertî, gelê me û hewldanên gerîla gelekî heye. Pêwîste avakirin û berxwedan bi hev re bên meşandin. Her wiha ez spasiya hemû hevalên amadekariya kongreyê kirin, dikim.”
‘Navenda hemû xebatê Rêbertî ye’
Bayik di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku divê ew her tim Rêbertiyê bixin navenda karên xwe, têkoşîna xwe, berxwedana xwe û şerê xwe û wiha pêde çû: “Ji ber ku hemû pêşketin û guherîn li dora xeta Rêbertî pêk tên. Ne tenê li Kurdistanê, li gelemperiya Rojhilata Navîn her tişt li dora Rêberê me diqewime, pêk tê. Eger em ê ji niha û pê ve guherîn û veguherînê pêk bînin, eger emê armancên xwe bi ser bixînin, em dikarin vê yekê li dora Rêbertiya xwe bi cih bînin. Ji ber vê yekê, hem tevgera me, hem saziyên tevgerê, hem kadro, hem jî xebatkar û gelê me, divê pîvan, felsefe û rêbaza xebatê ya Rêberê me ji xwe re esas bigirin. Hingî em ê karibin hemû pirsgirêkan çareser bikin, bi pêş ve biçin, bi ser bikevin û gelê xwe azad bikin. Pêşveçûn û serketina me bi vê rastiyê ve girêdayî ne. Ez bawerim haya hemû hevalan ji vê rastiyê heye. Civîna 10. a civata me ya giştî di bin siya qirkirinê de pêk hat. Di rewşeke bi vî rengî de bi ser ket. Eger di rewşeke bi vî rengî de ev civata giştî bi ser dikeve, di vir de sekna Rêbertî esas e.”
‘Divê em çareseriya xwe pêk bînin’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nirxandinên xwe de lawazî û çewt nêzîkatiyên rûdan jî nirxadin ev hişyarî kirin: “Di dema bihurî de, xefleteke ‘hevdîtin tên kirin, pirsgirêk çareser dibe’ gelek caran derket holê. Her kesî bi çavên xwe dît bê nêzîkatiyên ‘hevdîtin tên kirin, careke din şer naqewime’ xefleteke çawa ye. Ji ber vê yekê, mîna vê sala dawiyê wê ji niha û pê ve jî şer bi dijwarî biqewime. Dîroka me nîşan daye, ku gelê me timî bûye hedefa komkujiyan. Ev komkujî carna gelekî giran bûn, lê ti carî nesekinînin. Lewma Rêbertî got, ‘xurtkirina rêxistinbûnê, bi xweparastinê re parastina xwe, her tim erka bingehîn e’.
Pêwîste avakirin û berxwedan bi hev re bên meşandin. Dirûşma me, ‘avakirin û berxwedan bi hev re’ ye. Civata Giştî jî ev dirûşme li ser vê bingehê bi rengê ‘Em xweseriya demokratîk ava bikin, azadiya Rêbertî û gel misoger bikin’ destnîşan kir.
Gelek caran xwestin pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê me bigirin. Ez bang li her kesî dikim ku li ser van esasan, li ser bingeha ruhê azadiyê di asta herî bilind de xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin û li ser vê bingehê ji hemû hevalan re serketinê dixwazim.”
Bangên Civata Giştî ya KOGRA GEL
10’emîn Civata Giştî de ku bi şîara, “Em xweseriya demokratîk ava bikin, em azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê teqez Bikin” pêk hat, biryarên dîrokî hatin standin. Di encamnameya kongreyê de ji bo jin, ciwan, rêxistin û tevahiye gelê Kurd, her wiha ji bo hêzên navneteweyî ev bang hatin kirin:
BANGA KONGRA NETEWEYÎ
Di serdemeke wiha de ku li Rojhilata Navîn pergala berê hildiweşe, ku şerê avakirina hevsengên nû û pergala nû tê dayin, behsa girîngiya avakirina yekitiya Kurd hatiye kirin ku di sedsala 20. de bê statû maye. Bi berfirehî hatiye diyarkirin ku ev yekîtî bi Kongra Netewî were tacîdarkirin, Kurd tenê wê azadiya xwe bi dest nexînin, li gel vê wê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de li tevahiya Rojhilat Navîn bibe gelekî pêşeng. Civîna me, li ber ronkahiya van rasteqîniyên dîrokî û rojane, bang li hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî kiriye ku di mijara pêkanîna Kongra Neteweyî de berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
XWEPARASTINÊ Û TEVLÎBÛNA GERÎLA
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku civata giştî bal kişandiye ser rastiya şerê qirêj ê li kaosa Rojhilata Navîn diqewime û destnîşan kiriye, ku xweparastin ji bo hemû gelan bûye wezîfeyeke lezgîn. Hatiye ragihandin, ku divê gelê Kurd, hemû gelên bindest û civakên bawerî û etnîkî, ji bo parastina hebûna xwe divê xweparastinê xurt bikin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Li ser vê bingehê, di serî de li Bakurê Kurdistanê û Rojava, li tevahiya Kurdistanê bang li hezaran ciwanên Kurd hatiye kirin ku tevlî nava hêzên gerîla û xweparastinê bibin. Civata me ya giştî daye xuyakirin ku hebûna neteweyî ya Kurdan di serî de li Tirkiye û Rojava, li hemû parçeyên Kurdistanê bi xeteriyê re rû bi rû ye û hatiye destnîşankirin, ku tevlîbûna li nava refên gerîla û hêzên xweparastinê wezîfeyeke welatparêziyê ya dîrokî û lezgîn e. Di vê çarçoveyê de bang li ciwanên Kurd hatiye kirin, ku neçin leşkeriyê, yên çûne jî fîrar bikin û weke şervanekî azadiyê tevlî nava refên gerîla bibin. Her wiha bang li gelên Tirkiyeyê, hemû gelên herêmê hatiye kirin, ku li zarokên xwe neşînin leşkeriyê ji bo li dijî Kurdan şer nekin.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
VEGERA LI WELÊT
“Dewletên mêtîngerî û qirkirinê li ser Kurdan ferz dikin, ji bo guhertina demografiya Kurdistanê serî li şîdetê û gelek rêyên cuda didin. Di salên dawî de di encama êrîşên DAIŞ‘ê de bi sed hezaran mirovên Kurd neçar man koçî Ewropa û gelek herêmên din bikin. Ev koçkirin û derketina derveyî welat, gihaştiye wê astê ku hêzên mêtînger qirkirinê bi hêsanî bigihêjin armancên xwe. Lewma, di serî de civaka me ya Êzidî ya piştî fermana 74’an li çar aliyên cîhanê belav bûn, divê hemû Kurdên ji welatê xwe bûne, li cih û warên xwe vegerin. Ev yek bûye erkeke girîng a welatparêziyê. Berxwedana me ya hebûnê û têkoşîna me ya azadiyê, divê bi vegera li xaka xwe, bê xurtkirin. Li ser vê bingehê, em bang li Kurdan û hemû gel û civakên bi Kurdan re li Kurdistanê dijîn dikin, ku vegerin welatê xwe û Kurdistanê mîna demên berê veguherînin erdnîgariyeke mînak ji bo hemû mirovahiyê.
BANGA LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
Di sedemîn salvegera Peymdana Sykes-Pîcot de, rewşa hêzên navneteweyî û dewletên herêmê jî li civîna me ya Civata Giştî hat nirxandin. Hat destnîşankirin, ku sîstemek li ser parçebûna Kurdan û Ereban û tinehesibandina Kurdan hatiye damezrandin, ne bi kêrî gelên herêmê ne jî bi kêrî mirovahiyê tê û hatiye gotin; li ser bingeha feraseta neteweya demokratîk peydabûna jiyaneke azad û demokratîk ji bo Kurdan, gelên bindest û hemû baweriyan, ji bo aştî û aramiya Rojhilata Navîn û Cîhanê gelekî girîng e. Civata me ya giştî li ser vê bingehê bang li hemû hêzên navneteweyî kiriye, ku bi berpirsayrî rabin; bang li welatên sîstema qirkirin mêtîngeriyê li ser Kurdan ferz dikin kiriye, ku dev ji van polîtîkayên xwe berdin, şert û mercên jiyaneke li ser bingeha wekhevî û azadiyê ji Kurdan re bafirînin û ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk were afirandin bi berpirsyarî rabin.
BANGA TÊKOŞÎNA AKTÎF LI JIN Û CIWANAN
Têkoşîna me ya sê salên dawî, ji bo jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn destketiyên mezin afirandiye. Tevî vê yekê, hêzên dijminê demokrasiyê û azadiyê jî, ji bo eciqandina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên me, ji her demê bêhtir bêrehm tevgeriyan e. Lê belê karakterê dijminê demokrasî û azadiyê, ev hêz hîn bêhtir xitimandiye û li hemberî vê yekê jî derfet û firsendên serketinê yên hêzên demokrasî û azadiyê zêdetir kiriye. Lewma civata me ya giştî bang li gelê Kurd, hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn û hêzên demokrasiyê kiriye, ku di roja me ya îro ya ‘serdema gelan’ de, li her qada jiyanê xwe bi rêxistin bikin, sîstema xwe ya xwerêveberiyê ava bikin, yekîtiya xwe xurt bikin, bi vî rengî têbikoşin û siberoja demokratîk û azad bafirînin.
Her wiha bang li jin û ciwanên Kurd ên ku vîn û ruhê têkoşîna azadî û demokrasiyê ne kiriye, ku avakirina civaka rêxistinbûyî ji her alî ve bi pêş bixînin, hîn bi aktîf tevlî nava têkoşînê bibin, mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih bînin, êrîşên dijminên azadiye bişikînin, li ser bingeha azadiya gelê Kurd û avakirina jiyaan demokratîk û azad a gelên Rojhilata Navîn roleke aktîf bilîzin.
ANF/BEHDÎNAN