
Kongra Gel bi daxuyaniyekê aşkera kir ku dê piştgiriyê bidin kampanyaya ku ji aliyê KJB’ê hatiye destpêkirin. Di daxuyaniya Kongra Gel de wiha hate gotin: “Hegemonyaya baviksalarî li cîhanê di serî de li hember jinê polîtîkayên komkujî pêk tîne ev polîtîka li Kurdistanê bi destê AKP û dewlete li dijî gelê Kurdistane pêk tê.” Kongra Gel diyarkir ku mebesta tecrîd, îzolasyon û tenê hiştinan şerê psîkolojîk û raste rast ji holê rakirin e.
Gel tercîha xwe kir
Kongra Gel bilêvkir ku pergala KCK ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêşxistin li dijî îktîdarên yekdestî pergala gel ya meşrû û çareseriyê ye û wiha hate gotin: “Jina Kurd û gelê Kurdistanê bi awayekî azad ji bo pergala KCK’ê û modela Xweseriya Demokratîk tercîha xwe kiriye. Hikumeta AKP’ê hem êrîşî Serokatî dike û hem jî êrîşî mafê jiyanê dike û divê li hember vê tercîhê rêz bigire. Ger vê pêk neyne divê bê zanîn ku gel dê bi şerê şoreşgerî ya gel ve mafê xwe yê meşru biparêze. Hikumeta AKP’ê û li hember Rêberê Gelê Kurd polîtîkayên tecrîdê wekî şûrê demokles bi kar tîne. Tê xwestin ku di serî gel û jinên Rojhilata Navîn û hemû jinên cîhanê bê pergal bimînin. Berxwedana jinê ya biwate bi destê Tevgera Azadiya Kurd ve bi hemleyeke nû ve didome. KJB ku vê kewneşopiyê didomîne bi şîara ‘Em Serokatiya xwe azad bikin, dawî li komkujiyê bînin’ pêngavek daye destpêkirin û ji bo diyarkirina pêşerojê ev pêngav girîng e.”
Banga xwedîderketinê
Kongra Gel diyarkir ku divê hemû gel û jin xwedî li vê pêngavê derkevin û wiha hate gotin: “Pergala serdest a zilam bi jehra zayendperestiyê ve dixwaze hukmê ji jêrhişa azad a mirovahiyê bike û li hember vê yekê divê hemû jin û gel xwedî vê pêngavê derkevin û piştgiriyê bidinê, di awayekî aktîf di nav de cih bigirin. Li ser vê esasê li her derê bêtir xwerêxistinkirinê ve avakirina pergala KCK’ê pêş bixin û bersivê bidin pêngavê.” Kongra Gel bangî hemû kesî kir ku bila azadiya Ocalan xwedî derkevin û germahiya bihara gelan li hember dagirker û serdestan bilind bikin.
ANF/BEHDÎNAN
Ji bo piştgiriya pêngava KJB’ê meşa bi meşale
Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi meşekê piştgirî dan pêngava ku ji aliyê KJB’ê ve hatiye destpêkirin. Jinên ciwan, li ber deriyê Şaredariya Wargehê kom bûn û heta girên bilind ê wargehê meşiyan. Di meşê de li ser navê Koordînasyona Jinên Ciwan ên Mexmûrê Ayten Bûlût daxuyanî xwend û wiha got: “12 sal in ku Rêbertiya me di Girava Îmraliyê de tê ragirtin. Lê belê hikûmeta AKP’ê ev yek têr nedît û ev 143 roj in nahêlin ku parêzer biçin gel Rêbertiya me û nahêlin tu agahî jê we re girtin. Ji ber komploya ku li ser Rêber Apo tê meşandin em di serî de AKP’ê û hemû hêzên komploger bi lanet û nefret şermezar dikin. Di pêvajoya derbeya 12’ê Îlonê de jî ev bêhiqûqî û girtinên siyasî di vê astê de nehatine kirin. Em îro wek gelê Kurd bi faşîstekî ji dema Hîtler xerabtir re rû bi rû ne. Em weke Jinên Ciwan ên Wargehê ji bo valaderxistina vê qirkirinê ku di kesayeta Rêber Apo de li dijî jin, ciwan û gelê me pêk tê, em jî beşdarî pêngava ku ji aliyê KJB’ê ve hatiye pêşxistin dibin. Bi dil û can em piştgiriya vê pêngavê dikin.” Bûlût, xwest ciwanên Kurd li hemberî vê qirkirinê bêdeng nemînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê heta ku em Kurdistanê ji vê qirkirin û dagirkeriyê rizgar nekin, azadiya Rêber Apo misoger nekin, em yek rojê ji qadan dernekevin. Divê hemû cihên ku Kurd lê dijîn, em bikin qadên serhildan û berxwedanê. Di vê pêvajoyê de ciwanê Kurd Firat Îzgîn ji tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin re bi çalakiyeke giranbuha got: “Êdî bes e!” Rêheval Firat di demek wiha de bû pêşengê Pêngava “Berxwedana Neteweyî”. Em bang li ciwan, jinên Kurd dikin da ku beşdarî Pêngava Berxwedana Neteweyî” bibin. Piştî daxuyaniyê nameya Firat Îzgîn a ku li pey xwe hiştibû hat xwendin û meş bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” bi dawî bû.
MEXMÛR