Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yekemîn Kongreya xwe ya kantona Qamişloyê li dar xist. Kongre li Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê pêk hat. Kongre bi dirûşma “Bi rêveberî û birêxistinkirinê em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk ava bikin” bi tevlîbûna 700 delegeyên ji herêm û navçeyên kantonê, her wiha şandeyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî pêk hat.
Rola partiyê xurttir bikin
Piştî rêzgirtinê, hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso axaftina destpêkê kir. Eyşe Hiso di destpêka axaftina xwe de Kongre li hemû başdaran pîroz kir û ji wan xwest ku xebatên rêxistinî û rola partiyê di aliyên siyasî û civakî de xurttir bikin.
Ji bo civakê têdikoşe
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo, Hesen Ibêd jî li ser rola partiyê di birêxistinkirina civakê axivî û got, “Ev partî bi saya şehîdan hate avakirin. Ev partî ji bo birêxistinkirina civakê têdikoşe û dikaribû biratiya gelan û rêgeza neteweya demokratîk li Sûriyê bi cih bike.”
Gel ji terorê parastin
Bi navê Kongreya Star a kantona Qamişlo Şaha Xelîl jî axivî û got, “PYD partiyeke siyasî, rêxistinî û civakî ye. Civaka li Sûriyê bi rêxistin kir û beşdarî parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê bû.”
Hêvî dikim li hemû Sûriyê belav bibe
Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo, Perwîn Xelîl jî got, “PYD bi roleke aktîf li Sûriyê rabûye û hêvî dikim ku ev têkoşîn li hemû Sûriyê belav bibe.”
Her wiha di Kongreyê de rapora salane ya partiyê û buroyên jinan ên partiyê hatin xwendin û nirxandin. Di kongreyê de derbarê bernameya karê salane de biryar hatin girtin û meclisa rêveber û hevserokên rêxistinên partiyê li Dêrik û Qamişlo yê hatin hilbijartin.
ANHA/QAMIŞLO