
Xweseriya demokratîk
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di civînê de behsa guhertinên îro ên li Rojhilata Navîn hat kirin û girîngiya rola kurdan bi taybet di avakirina pergala xweseriya demokratîk de hatiye nîqaşkirin û hat gotin ku di civînê de wiha hatiye gotin: “ Pêvajo bi qasî destkeftiyên xwe, tehlûkeyên mezin jî di nav xwe de dihewîne. Îro ne tenê di Rojhilata Navîn di hemû cihanê de krîza heyî mezine û rejîmên statokûparêz li pey hev mehkûmî hilweşandinê ne. ji bo ku temenê xwe dirêj bikin, dest bi her cûre lihevhatin û tifaqan didin. Yekane alternatîfa derketina Rojhilata Navîn û cihanê ji vê kaûsê, modela xweseriya demokratîk a gelane."
Jiyana bi hev re
Di civînê de behsa mudaxileyên li ser Rojhilata Navîn hat kirin ku ji ber cara destpêkê dema mudaxile kirin, serneketin. Dixwazin careke din xwe li herêmê serwer bikin û ji bo wê jî gelek kesan tevlî xwe dikin û bi gelek kesan re tifaqan dikin. Êrîşên dawî ên li ser gelê kurd bi taybet li ser Rojava û Şengalê bû mijara serke a civînê û hat destnîşan kirin ku êrîşên li ser kêmnetewan di heman demê de êrîşa li ser çanda kevnar a Rojhilata Navîne. Ji ber ku di bingehê van çandan de jiyana kolektîf û bihevre a gelan mijara gotinê ye û ew jî nahêlin ku gelên Rojhilata Navîn bi hevre di nava aştiyek civakî de jiyan bikin. dixwazin koka baweriyên cuda di Rojhilata Navîn de ziwa û bê bandor bikin.
Peymana Medînê
Her wiha di civînê de behsa piştgiriyên vekirî ên hêzên navnetewî û herêmî ji DAIŞ’ê re hat kirin ku tekoşîna li hember DAIŞ’ ê di heman demê de tekoşîna li hember pergala modernîteya kapîtalîzme ku dema xwe ya rizandin û têkçûnê jiyan dike. Divê tekoşînek bîrdozîk li hember DAIŞ ê bê kirin. Ji bo ku ev hêz îslamê li gor berjewendiyên xwe bikar neynin, ji bo wê jî pêwîste demek ji yan din zûtir peymana Medînê bê rojaneyî kirin. Nabe ku ti ol û baweriyên li Rojhilata Navîn bibin amûreke şer û pevçûnan, berovajî divê bibin bingeha yekîtî û bihevre jiyankirinek azad li ser vê axa kevnar. Pergala modernîteya kapîtalîzm vê rastiyê naxwazin bibînin û tehemul nakin, ji bo wê jî di kirasê DAIŞ ê de bi hovîtî êrîşê destkeftiyên gelê kurd li hemû parçeyan dikin. Di bin dirûşmeya avakirina jiyana azad û demokratîk, avakirina komîn, meclîs û pratîkkirina 8 şaxên netewa demokratîk bûne mijarên nîqaşan. Civîn diyariyê hemû şehîdên Rojava, Şengal û Mexmur hate kirin.
ANF/BEHDÎNAN