Heyeteke ji komîsyona berhevkirina îmzeyên a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25 kesan pêk dihat, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Besê Hozat re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin ji hela hin televizyon û rojnameyên Kurdistana Federal ve jî hat şopandin. Piştî bi xêrhatina mêvanan endamên komîsyonê armanca kampanyaya îmzeyan anîn ziman.

Piştre Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik axivî û diyar kir ku azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e û got: “Karê we kiriye karekî pîroz e. Azadiya Rêber Apo afirandina azadiya gelê Kurd e. Ev ne meseleyeke şexsekî ye. Rêber Apo neteweyekê temsîl dike. Rêber Apo ger di zindanê de be miletek di zindanê de ye. Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê, di serî de hevalên PÇDK’î ez hemû hevalan pîroz dikim. Ji Hikûmeta Herema Kurdistanê, Parlament û gele me yê li Başûr, tevahiya partiyên medenî re spas dikim.  Gelê Kurd di demeke zehmet re derbas dibe. Derfetê serketinê îro mezinT in. Gelê Kurd lazim e van derfetan bi pêş bixe. Gelê Kurd îro di Rojhilata Navîn de bûye hêzeke zindî. Ger yekîtiya xwe xurt bike hem ji bo xwe hem jî ji bo mirovahiyê dikare şoreşeke mezin pêk bîne. Ji ber vê kongreya neteweyî lazim e. Lazim e hemû partî bi mesuliyet tevbigerin. Pêkhatina vê kongreyê dê xizmetê ji tevahiya gelê Kurd bike. Çawa Rojhilata Navîn hestiyê piştê yê dinyayê ye, hestiyê Rojhilatê Navîn yê piştê jî Kurdistan e. Ji ber vê yekê ev  îmzeyên hatine berhev kirin, xizmetî vê yekê dike. Him xizmetê azadiya Rêber Apo hem ya gelê Kurd dike.”

‘Em dixwazin pirsgirêk çareser bibe’

Bayik bibîr xist ku di Newroza 2013’yan de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek nû da dest pêkirin û got ku bi piştgiriya gel re ev pêvajo hatiye heta roja îro. Bayik, axaftinên xwe bi van gotina dewam kir: “Ji bo pêvajo bimeşe em di nava karekî mezin de ne, lê hikûmet û dewlet jî bi heman hêzê hewl didin pêvajoyê bixetimînin. Ji bo vê yekê em di qonaxeke hesas de derbas dibin. Ev îmzeyê ku hatine komkirin dibe xizmetê vê yeke jî bike. Ji ber vê, dibe ku komkuirina îmzeyan xizmetî ji pêvajoyê re bike.  Eger li Rojhilata Navîn aramiyê dixwazin, hingî divê Rêber Apo û gelê Kurd azad bin.”


‘Kongreya Neteweyî daxwaza gelê me ye’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayikk piştre bersiv da pirsên rojnamevanan. Li ser pirsa rojnamevanekî ya der barê kongreya neteweyî de Bayik got: “Kongreya Neteweyî daxwaziya gele me ye. Xewna gelê me ya sed sala ye. Lazim e ev kongre pêk were. Kurd tiştekî kesî naxwaze, çavê wan li mafê kesî, li welatê kesekî nîne. Kurd li heqê xwe xwedî derdikeve ji ber vê yeke lazim e netirsin ji Kurdan. Divê bi Kurdan re dostaniyê bikin. Kurd hêza sereke ye, bêyî Kurdan kes nikare li Rojhilata Navîn berjewendiyên xwe biparêze. Kongreyê neteweyî lazim e ji bo Kurda demokrasiyeke stratejik bi pêş bixe. Pêwistiya Gelê Kurd bi vê stratejiye heye. Kurd bi vê dikarin xwe ji komkujiyan biparêzin. Derveyî vê stratejiyê tu stratejî gelê Kurd naparêz e, gelê Kurd azad nake.”
Bayik diyar kir ku ji ber vê yeke divê biryarên di kongreya neteweyî de bên girtin ne tene beşeke tevahiya Kurdan eleqedar bike û ev tişt anî ziman: “Hemû hêz, hemû partî, yê ku tev li kongreya neteweyî bibe, şexs bin, partî bin, sazî bin kî di be bila bibe lazim e hemû biryarên muşterek bidin. Biryarê ku hizbek an beşek qebûl neke, divê neyê qebûlkirin. Ger wusa be ew kongre dibe kongreyeke neteweyî. Gelê Kurd bi pelekî nû derdikeve pêş cîhanê.”
 
‘Divê rexneyan bi kêfxweşî pêşwazî bikin’

Li ser pirsa rojnamevakî ya li ser daxuyaniyên li ser sînorê Rojava û Başûr jî Bayik wiha got: “Niha ji bo siyaseta Başûr, ji bo gelê me yê Başûr rexne û rexnedan pêwist e. Vêya zindîbûnê çêdike. Yê dost ên welatparêz rexna esas digirin. Cihê rexne rexnedayin nebe zindîbûn çênabe. Gelê Kurd gelekî qehreman e. Heqê vî gelî ye ku demokrasî û azadiyê bijî. Divê hemû partî vê daxwaz bikin. Niha gelê me yê Rojava di bin zilmê de, di nava zor û zehmetiyê de şoreşek pêk dixe. Ne tenê ji bo xwe têdikoşe. Ji bo temamê Kurdistan vê dike. Rojava îro namus û şerefa Kurdan e. Ev rastiyek heqîqeteke. Îro li ser Rojava dorpêçkirinek heye wek Mahabad. Wezîfeya her beşekî Kurdistan e lazim e piştgirî bidin Rojava. Ne ku tev li vê dorpêçkirinê bibin. Lazim e Başûr herî zede piştgiriyê bide. Rojava hem li Bakur hem li Başur têkoşîn kiriye û şehîd dane. Îro jî lazim e Başûr, Bakur rola xwe bileyizin. Rojava li xwe xwedî derdikeve. Heqê xwe yê xwezayî daxwaz dikin.” Bayik, anî ziman ku ewan girtina deriyê sînor û ambargo rexne kirine û bilêv kir ku ev nakeve xizmeta gelê Kurd.

‘Emê bersiva operasyonan bidin’

Bayik di dawiya axaftina xwe de got ku piştî vê saetê tu hêz nikare PKK têk bibe û wiha got: “Me heya 1’ê Îlonê wext dabû dewletê Tirk. Heya niha jî dewleta Tirkiye tu tişt diyar nekir. Maneya vê naxwaze pirsgirêkê çareser bike, bo vê têkbirinê esas digire. Dixwaze şer bike. Li dijî vê emê xwe biparêzin. Em gerîla radiwestînin. Eger me dît operasyonan dikin emê li dijî operasyona jî heqê xwe parastina rewa bimeşînin. Me dît dixwazin hîn jî şer dijwar bikin emê grubê ji bakûr hatine cardin bişînin.”

Zarok pîroz kirin 

Piştî hevdîtina bi komîsyonê re Cemîl Bayik û Besê Hozat, bi 11 zarokên ku ji bo azadiya Ocalan îmze kom dikirin re hatin cem hev. Bayik yek bi yek bi zarokan re eleqedar bûn û ji bo karê ku dikin ew pîroz kirin. Bayik, pênûs diyarî zarokan kir. Bayik, di sohbeta bi zarokan re de wiha got: “Niha we karekî baş kir. Ji bo azadiya Rêber Apo we xizmetek baş kir. Kedek we heye. Ez sipas dikim. Lazim e hûn wesfê xwe yê neteweyî her dem pêk bînin. Ji bo hemû beşan divê hûn bikin.Wezîfeya me em vê parçebûnê rakin yekîtiyê pêk bînin. Ev quweta gelê me derdixe. Çiqas em yekîtiyê pêş bixin dagirkerî zeîf dibe. Ev jî rakirina parçekirinê pêwist dike.”
 Zarokan diyar kirin ku wan heta niha 5 hezar îmze kom kirine. 

ANF/BEHDÎNAN  




Dema Kongreyê ne girîn e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê CemîlBayik diyar kir ku ji bo demokratîkbûyînnê divê di kongreya neteweyî de hevserokatî bê pejirandin û dem dem ev jî were guherandin.  Bayik pirsa “Kongre çima ewqas tê paşxistin de” bi van gotina bersivand: “Hinek pirsgirêk hene. Hilbijartinê Başûr hene. Çunkî hêzên Başûr naxwazin berî hilbijartinê kongreya neteweyî çêbibe. Dibêjin eger çêbibe mumkun e ev têkeve xizmetê hinek partiyan. Ji ber vê yekê, piştî hilbijartina çêbibe baştir e. Ev nêrînek e em hurmetê vê yekê digirin. Ji bo me berî hilbijartinê piştî hilbijartinê ferq nake. Lê diyar e ku bo biraderê me yê Başûr ferq dike hesasiyet çêdike. Em vê jî hurmetê digirin. Mumkun e wek din jî hinek pirsgirêk hebin; di modêla kongreyê û hejmara delegeyan de. Lê, heta niha pirsgirêk hatin çareser kirin. Baweriya min ew e pirsgirêkên heyî jî têne çareser kirin. Çunkî dîrok, gelê me, mirovahî dixwazin kongreya neteweyî çêbibe. Kes nikare li pêşiya vê raweste.”