AZÎZ ORUÇ / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Şandeya HDP’ê û KCD’ê ku ji hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, alîkarê hevserokên HDP’ê Nazmî Gûr, Wekîla Serokê koma HDP’ê Fatma Kurtulan, parlementera Batmanê Feleknas Uca, parlementerê Amedê Îmam Taşçier, hevserokên Nûnertiya HDP’ê Mûzeyyen Gûneş û Abid Îke pêkdihat, 4 roj li Hewlêr û Silêmanî bi rêveberiya Herêma Kurdistanê, serokkomarê Iraqê û partiyên siyasî, rewşenbîran re rûnişt. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî serdana xwe ya ji bo Başûrê Kurdistanê û encamên hevdîtinan nirxand. Temellî diyar kir ku cara yekê tê Başûr û serdana xwe jî weke ezmûneke girîng dinirxîne û dibêje, “Yekem car e ku têm Başûr. Ji bo min ezmûneke gelekî girîng bû. Di wateya siyasî de jî em bawer dikin ku serdaneke girîng e. Ji ber hilbijartina birêz Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Seroka Parlementoyê Rêwas Faîq me pîrozbahî li wan kir. Dema em li bûyerên siyasî yên li Tirkiye û herêmê dinêrin, ev hevdîtin ji bo pêvajoya li pêşiya me xwedî giringiyeke mezin e. Ji ber vê girîngî bi vê serdanê didim. Me di hevdîtinê de berî her tiştî rewşa heyî nirxand. Hem gelên Tirkiyê hem jî hemû gelên herêmê bi hesreta aşitiyê ne. Dixwazin aştî êdî pêk were. Ji ber vê jî gava herî zerûrî ya divê bê avêtin jî çareseriya demokratîk e, çareseriya pirsgirêka Kurd e.
Hêviya min niha zêdetir e
Sezaî Temellî da zanîn ku rêveberiya Başûr erênî nêzî fikrên wan yên ji bo yekîtiyê û çareseriyê bûne û wiha axivî, “Pirsgirêka ku em jê re dibêjin, pirsgirêka Kurd ya rastîn ne pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka feraseta ku mafê Kurdan tune dihesibîneye. Wê demê divê ev bê çareserkirin û li dijî vê ferasetê pêwîstî bi têkoşîneke pir alî heye. Mijara yekîtiya neteweyî çima evqas girînge di vir de veşartiye. Banga ji bo kongreyekê, pêwîstiyeke lezgîn e, û bendewariyek e. Ev mijar gelekî girîng e, û pêwîstî bi gavên lezgîn heye. Divê diyalogên du alî bên pêşxistin. Herkes divê ji aliyê xwe ve însiyatîf bigire û gav biavêje. Helbet Başûr di vê mijarê de navendeke girîng e. Me hevdîtin bi rayedarên vir re kir û van fikrên xwe bi wan re parve kir. Ew jî van fikrên me erênî dîtin û baş nêz bûn. Min dît ku daxwaza wan a di vê mijarê de biberpirsyar tevbigerin heye. Hêviya min niha zêdetir e. Bawer dikim ku ev nîqaş û gotûbêjane wê di demeke herî kurt de bi awayeke têkûz pêk werin. “