Ebdî destnîşan kir ku kongre ji bo çareseriyeke siyasî û avakirina Sûriyeyek Demokretîk pir girîn e. Fayzê Ebdî anî ziman ku ji bilî nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelek rêxistin û derdorên din ên siyasî yên Suriyeyê jî beşdarî kongreyê bûn û tiştên hatine nîqaşkirin, wiha anîn ziman: “Komîteya amedekar belagenameyeke ku ji 27 xalên derbarê Sûriyeyek demokratîk de pêk tê pêşkêş kir. Di belgenameyê de hate diyarkirin ku divê Suriye bibe dewleteke demokratîk ku wekhevî tê de hebe, bêyî ferq û cudahî mafê hemû beşên civakê hebe û destureke bingehîn ku mafên gelê Suriyeyê diparêze bê amadekirin.”
‘Kurd hatin qebulkirin’
Fayzê Ebdî bal kişand ku nîqaş herî zêde li ser xala 12’an a derbarê mafên Kurdan de hatine meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hinek aliyan destpêkê ev xal qebûl nedikir. Piştî sererastkirinan xala 12’an li gorî daxwaze me hate erêkirin, mafên gelê Kurd hatin qebûlkirin. Hate gotin ku di demên pêş de tu civînên din bêyî Kurdan çênebin. Dîsa tu destur û zagon bêyî Kurdan nayên amadekirin.”
Fayzê destnîşan kir ku wan wekî nûnerên Kurdan îsrar kir ku rengê jinê têxin kongireyê û wiha dom kir: “Di encama vê israra me de jî carekê jin kete dîwanê û civîna kongreyê ji aliyê wê ve hate birêvebirin. Her wiha her careke ku hilbijartin ji bo avakirina komîteyan dihatin kirin, me jin derdixistin pêş.
KOBANÊ