Li bajarê Elmanyayê Oldenburgê, 3 rojan bi beşdariya 100 delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê PENa Kurd kongreya xwe ya 10´an li dar xist. Di kongreyê de peyama derketî pêş girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan bû. Di kongreyê de hejmara kesên di rêveberiya PENa Kurd de jî hat guherandin. Biryar hat dayîn ku di sîstema hevserokatiyê de kesek dikare tenê du salan bibe hevserok. Di kongreyê de Aslihan Yildirim û Samî Tan weke hevserok hatin hilbijartin.

Piştî kongreyê endamê PENa Kurd Abdullah Hicab got, “Kongre têra we xurt û erênî bû. Ez yeqîn dikim ku vê xurtiyê em ê vê dema li pêşiya xwe gelekî berhemdêr bin. Em bang li Kurdan dikin ku hev bigirin û hilberînin.” Di Kongreyê de Berîvan Dostkî û Şêrzad Hesen bûn serokên rûmetê yên PENa Kurd.

 

OLDENBURG