Gelên li Sûriyeyê û Rojava berxwedaneke mezin dan û hîn jî ev berxwedan berdewam dike. Di encama vê têkoşîn û berxwedanê de bi hezaran qehreman ên ji her pêkhateyekê canê xwe feda kirin û bi derfetên xwe ên mutewazî têkoşîna xwe ya siyasî, parastin û dîplomasî dan meşandin. Ji serkeftinê bawer kirin, ji Rojava û Sûriyeyê nereviyan.Baweriya xwe bi hêza gelan û civakê anîn. Bi van derfetên kêm destkeftiyên dîrokî hatin bi destxistin û roj bi roj mohra xwe li bin serkeftinên nû dan.
Lê hêzên hegemonîk ên li ser Kurdistanê û bi taybet jî dewleta Tirk û KDP di her kêliyê de ev têkoşîn reş kirin. Ji hêzên navneteweyî re her tim dan diyarkirin ku ev têkoşîn ne rewa ye û xwestin vê têkoşînê li cem rejîmê bidin diyarkirin. Di hemû civîn û nîqaşên hêzên cîhanî ên li ser Sûriyeyê de, em li derveyî wan hatin hiştin û xwestin muxelefeta sexte û kurdên sexte weke nûnerên gelên li Sûriyeyê û gelê kurd bidin diyarkirin. Tevî van hemû hewldanan jî, nekarîn têkoşîna gelan bê bandor bikin.
Tevî hemû hewldanan têkoşîna gelan li Sûriyeyê û Rojava berdewam kir. Ev têkoşîn bi projeya xweseriya demokratîk û neteweya demokratîk li ser hîmê xwe parastinê û şoreşê wateya xwe ya rastî dît. Bi berxwedaneke mezin rêveberiya xweseriya demokratîk li ser sê kantonan hat avakirin. Ev pergal ji bo hemû gelên li Sûriyeyê bû nimûne.
Bi rizgarkirina Girê Spî û Holê re hemû hevsengî hatin guhertin û baweriya hêzên welatparêz bi vê projeyê hîn zêdetir bû. Vê kedê berhema xwe bi avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk da. Îro jî Kongreya Sûriya demokratîk bi beşdariya grûp, rêxistin, partî û kesayetên welatparêz pêk hat. Kongre weke Meclisa Sûriyeya Demokratîk, ji nava meclisê desteya siyasî ji 43 kesan hate avakirin. Ji nava desteya siyasî jî koordînasyonek ji 2 hevserokan û 9 kesan pêktê hate hilbijartin. Ev avahiya nû ji bo Sûriyeyê projeya herî guncav e ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê. Ji ber ev proje ya gelan, baweriyan, eşîran, jinan ciwanan û beşên civakê ne. Mîna baxçeyekî gulan rengîn e û ev demokrasî bi xwe ye.
Dema ev kongre li bajarê Dêrîkê pêk dihat, li Riyadê jî kongreyek bi navê gelê Sûriyeyê dihat lidarxistin û hêzên herî dînamîk ên li ser erdê xurt in nehatibûn vexwendin. Em pir bi hêsanî dikarin bêjin ku ew kongreya hêzên hegemonîk bû, ên dixwazin Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin û muxalefeta dixwaze bibe desthilatdar bû. Bêguman ev kongre jî mîna hemû civînên din wê bi ser nekeve, ger hemû hêzên li ser erdê neyên dîtin û mafê wan neyê pejirandin. Ji ber tu projeyek wan a ji bo Sûriyeya pêşerojê ya demokratîk nîne. Berovajî wê dewletên weke Siûdî Erebistan, Tirkiye, Qatar û KDP li dû avakirina eniya sunnî ne.
Projeyên li ser hîmên etnîkî û mezhebî ne li gorî rastiya Sûriyeyê ne. Ji bo wê jî mîna hemû kongreyên din ev jî wê bi ser nekeve. Ya rast, mafdar û domdar berxwedana gelan û meclîsa Sûriyeya demokratîk e. Ji ber ev avahî xwedî projeya jiyana hevbeş û biratiya gelan e. Ev proje alternatîf e û pêwîst e hemû hêzên cîhanî vê rastiyê bibînin û di nîqaşên dema pêş de ev hêz muxatab werê girtin. Ji ber ku ew nûnerên rast yên gelên li Sûriyeyê ne.