Kongre li pirtûkxaneya Kurdî ya Stockholmê bi beşdariya 30 mamosteyên Kurd pêk hat. Ji bo dîwana kongreyê Amed Tîgrîs, Ronak Osman û Rêwas Mahmud hatin hilbijartin.

Di destpêka kongreyê de rojev hat pêşkeşkirin û pesinandin. Rapora kar a salane ji aliyê Serokê Komeleyê Nîşan Bamernî pêşkeşî endaman hat kirin. Di vegotina wî de jî diyar bû ku wan giraniya xwe dane ser lefandina rêxistinek nûjen.

Di raporê de wiha hat gotin: “Xebata rêxistinkirina mamostan bi rêk û pêk armanca sereke ye. Nêzî 90 endamên komelê çêbûne. Mamosteyên zaravayên zimanê Kurdî (Kurmancî, Soranî, Zazakî) bi hev re di xebatên komelê de bi cih bûne, bûne endam. Armanca zêdekirina hejmara endaman e. Endamên ji çar parçeyên Kurdistanên e. Li Bakur, Başûr û li Rojavayê Kurdistanê bi Rêxistinên mamostan û yên ku li ser zimanê Kurdî dixebitin re têkiliyên germ danîne.”


Ji Rojava kampanya pirtûkan

Hat ragihandin ku komeleyê ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayek bi navê 'Her meh pirtûkek' dimeşîne û heta niha sê pirtûkê bi navê "Alfabe- Mistefa Uzun", "Dilîzim Fêr dibim-Hakki Balta" û "Derguşa Nasnameyê- Yadayreya perwerdeya Swêd" amade kirine. Piştî ku wan pirtûkanan hatin çapkirin teslîmê berpirsên mamosteyên Rojavayê Kurdistanê hate kirin. 

Piştî pêşniyarên mamosteyan komîteya kargeriya nû hat hilbijartin.

Ji bo komîtê ev kes hatin hilbijartin; Rêwas  Ahmed, Hakki Balta, Nîşhan Bamernî, Mistefa Uzun, Ronak Mahmud, Jusef Erdem û Mehmed Dogala. 


 ANF/STOCKHOLM