Kongreya Sêyemîn a meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) doh li bajarê Tebqayê bi diruşmeya “Ber bi çareseriya siyasî ya li ser esasê avakirina Sûriya demokratîk a ne navendî” bi rê ve dibe.
Kongire bi beşdarbûna Hevserokên MSD’ê Îlham Ehmed û Riyad Derar, her wiha 270 delegeyan û mêvanan dest pê kir. Di kongireyê de piştî axaftina vekirin û axaftina Hevserokatiya MSD’ê, axaftinên mêvanan hatin kirin.
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel axivî û got, “Hûn hemû dizanin ku ev xaka bedew a Bakurê Sûriyê bi destê şervanên me ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin. QSD’ê bi hezaran şehîd ji bo azadiya vê xakê dane. Hêzên QSD’ê gelek herêmên Bakurê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin û radestî gelê wê kirin da ku rêveberiya herêma xwe bikin. Ev jî bi rêya meclîsên herêmî pêk hat. Em careke din soz didin ku em ê li ser xeta şehîdan tekoşîna xwe bidomînin heta tevahî herêmên Sûriyê ji dagirkeran werin rizgarkirin. Em hêvî dikin ku biryarên baş ku di xizmeta gel de bin ji kongreya we derkevin.”
Divê em vegerin danûstendinê
Di berdewama Kongreyê de Serokê Partiya Sûriya Paşerojê Îbrahîm Qeftan axivî û got, “Weke çawa mafê gulên Yasmîn heye, mafê partiya Sûriya Paşerojê jî heye. Em hêvî dikin ku em hemû sîstema pirreng û ne navendî bipejirînin.”
El-Qeftan di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku tişta li Sûriyê pêk hat encama sîstema navendî ye û wiha dewam kir: “Şoreşa Sûriyê dê sîstema navendî ya kevin li Sûriyê ber bi Sûriyeya demokratîk ve ku mafê hemû aliyan biparêze, pêk bîne. Ji ber ku her kes bi çekan tevdigere, tundî li Sûriyê pêk hat û rewşa heyî veguhezî tundiyê. Divê em li Sûriyê vegerin dengê danûstendinê û dirûşmeya aştiyane berz bikin.”
Hevseroka meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa jî di kongreyê de got, “Hêza eskerî ku MSD’ê sîwana wê ya siyasî ye QSD’ê pirraniya herêmên Bakurê Sûriyê ji fikrê tarî û tundraw rizgar kir. MSD’ê destketiyên gelê herêmê parastin û piştgiriya bê sînor da meclîsên herêmê û xebatên ji nû ve avakirinê. Bi vê yekê jî bû îradeya gel a bilind.”
Di kongreyê de her wiha Siyasetvana ji Hemayê Husam Elûş jî axivî û got, “Niha Sûriyaya paşerojê li dijî hêzên tarî bi ser dikeve. Serketina hêzên aştiyane yên siysasî ye. Ev serketin divê hîna bi serketinên din ên mezin werin tacîdarkirin.”
Hêza me ya berxwedanê heye
Siyasetvanê Sûriyê, Ensaf Silêtîn jî got, “Serketinên ku îro li Sûriyayê pêk tên, gelekî pîroz in. Ji bo çareserkirina hemû aloziyan pêwîstî bi danûstendinan heye, ji ber ku rêya çareserkirina aloziyan danûstendin e, em îro amadekariya avakirina rêveberiyeke herêmî dikin da ku mafê hemû pêkhateyan biparêze.”
Di kongreyê de li ser navê Meclîsa Jinên Sûriyê Lîna Berekat axivî û got, “Şoreşa Sûriyê ket qonaxeke nû gelek alî ketina nava şoreşê, di encamê de şerên mezin pêk hat. Bi taybet jî destwerdana deweleta Tirk a dagirker û dagirkirina Efrînê aloziyeke mezin bi xwe re anî. Di encamê de Sûriye bû meydana şerê hêzên derve.”
Di dewama Kongreyê de li ser navê şêniyên Efrînê Remedan Remedan got, bela her kes zanibe ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyê û bi taybetî herêma Efrînê bi rêya tifaqên eşkere de pêk hat û wiha peyivî: “Dewleta Tirk rewş qazenc kir û di êrişa xwe ya li ser Efrînê de hemû cûreyên çekan bi kar anîn. Piştî Efrîn dagirkirin, li Efrînê guhertina demografîk pêk anîn, her kes rastiya Efrîn û şêniyên wê dizane. Lê bila şêniyên Efrînê baş bizanin ku wê şêniyên Efrînê vegerin warê xwe.”
Remedan di dawiya axaftina xwe de jî got, şêniyên Efrînê li kampên Şehbayê li ber xwe didin û dê heta rizgarkirina Efrînê wê li ber xwe bidin.
Bi navê opozisyona hundir, Leyan Mesed got, “Hêza me heye ku em di xaka Sûriyê li ber xwe bidin û li dijî teroristiya welatên kendavê û Tirkiyeyê ku bûn sedema wêraniya Sûriyê li ber xwe bidin.”
TEBQA