MIHEMED HESEN / ŞEMAL /ROJNEWS
Endamê Meclîsa PJAK’ê Amed Şaho radigihîne ku astengiyên li pêşiya yekîtiya neteweyî êdî derbas bûne û bang li gel kir ku piştgiriya vê meseleya çarenûssaz bike.
Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî girîngiya pêkhatina kongreya neteweyî got, “PJAK ji dema hatiye damezrandin ve pêkhatina kongreya neteweyî weke yek ji armancên xwe yên sereke nirxandiye.”
Şaho bi dewamê got, “Divê gelê Kurd bi hemû pêkhateyên xwe di vê demê de piştgiriya pêkhatina yekîtiya neteweyî bike ku mijareke çarenûssaz e.”
Endamê Meclîsa PJAK’ê Şaho her wisa îşaret bi destketiyên gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê jî kir û got, “Ev sînorên ku heta niha li pêşiya yekîtiya neteweyî astengî çêdikirin, êdî li paş hatine hiştin. Îro li Rojhilat bi sedan ciwan sînoran derbas dikin, diçin parçeyên din yên Kurdistanê û tevlî nav refên têkoşînê dibin. Ev jî tê wê wateyê ku hişyarî û bîreweriyeke neteweyî pêk hatiye.”
Yekîtiya Neteweyî demokratîk e
Şaho di axaftina de nexşerêya KCK’ê ya ji bo yekîtiya neteweyî jî bi bîr dixe û dibêje; “Em weke PJAK’ê piştgiriya vê hewldanê dikin. Yek ji prensîbên sereke yên di navê de heye jî beşdarkirina jinan ji desteya rêveber re ye ku ev di nava gelek partiyên siyasî de nayê dîtin.”
Şaho îşaret bi helwêsta PDK’ê ya derbarê yekîtiya neteweyî de jî kir û got, “PDK bi hemû hêza xwe li dijî yekîtiya neteweyî disekine. Nûneriya navendparêzî û faşîzmê dike ku civakê ber bi cihekî metirsîdar ve dibe.”
Endamê Meclîsa PJAK’ê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêzên ku alîgirê pêkhatina yekîtiya neteweyî ne, xwedî zêhniyeteke demokratîk in, şansê xwebirêvebirina hemû pêkhateyan didin. Lê, li hember vê hişmendiyeke paşverû jî heye. Ev zêhniyet nikare ji bo yekîtiya neteweyî bixebite. Kongreya neteweyî rêveberiyê dabeş dike û navendparêziyê ji holê radike. Ev jî metirsiyê ji bo hinek aliyên navendparêz çêdike.”