Namzetê YNK’ê Loqman Werdî diyar kir ku divê parlamentoya Herêma Kurdistanê di dema xwe ya nû de, kar li ser rawestandina dagirkeriya ser xaka Başûrê Kurdistanê bike. Namzet got ku ji bo wî girîngtirîn mijar, kongreya netewî ye, pêwîste aliyên alîkariya dagirkeran jî dikin werin dadgeh kirin.

Ji hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê re tenê 2 roj man. Aliyên siyasî di nava propagandayê de ne û her namzetek bername û projeyên xwe ji gel re rave dikin. Namzetê Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Loqman Werdî li ser kar û projeyên xwe axivî.

Xelkê sivîl hedef tê girtin

Loqman destpêkê bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û got; “Her sal balafirên artêşa Tirk êrîşê ser xaka Başûrê Kurdistanê dikin, êrîş bi taybet li hemberî navçeyên ser sînor tên kirin û xelkê sivîl tê hedef girtin. Ger ez hatim hilbijartin, ezê di parlamentoyê de ji bo derxistina hêzên li ser xaka Başûrê Kurdistanê kar bikim. Bi taybet hêzên Tirkiyeyê yên li parêzgeha Dihokê. Divê her hêz û aliyek siyasî yê Herêma Kurdistanê ku alîkariya welatên dagirker dike bên dadgeh kirin. Ger ev pêkhat carek din wê dijmin nekaribe êrîşê ser xaka Kurdistanê bike.”

Destdirêjiya ser xaka Kurdistanê

Wekî din Loqman got, ser êrîşên artêşa Tirk ên dema borî û êrîşên rejîma Îranê yên vê dawiyê jî û wiha peyivî:”Di encama van hemû êrîşane de, tenê xelkê sivîl zerer dîtine. Her wiha bax û baxçeyên gundiyan zererek mezin dîtiye. Ji bo wê pêwîste yek ji karên vê carê yê parlamentoyê rawestandina destdirêjiya ser xaka Kurdistanê be.”

Herî dawî namzetê YNK’ê Loqman Werdî balkêşa ser armancek din ya ku dema bibe parlamenter û got; “Divê em ji bo bi hêzkirina yekitiya netewî bi xebitin, pêwîste kongreya netewî li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê were lidarxistin. Ger ev pêkbê wê êdî welatên dagirker nekaribin êrîşê me bikin.”

 

BALEKAYETÎ